Gerîla Rûstem ji aliyê 10 hezaran ve hate rêwîkirin

Gerîla Rûstem ji aliyê 10 hezaran ve hate rêwîkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Orhan Akdogan li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji aliyê 10 hezaran kesan ve bi slogana "Şehîd Namirin" spartin axê. Girseya ku piştî merasimê ji ser goristanê vegeriya rastî êrîşa polisan hat.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Orhan Akdogan (Rûstem Gever) ku li navçeya Payizava ya Wanê di şerê 23'ê îlonê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Geverê ji aliyê 10 hezaran kesan ve hate definkirin. Malbatê duh cenaze ji saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin û îro anîn Geverê.

Karwana cenaze li Otela Osloyê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Girsê di merasimê de alên HPG, PKK û Konfedaralizmê bilind kirin. Ciwanan di nava girsê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin cenaze birin Mizgefta Taxa Navendî.

Piştî wecîbeyên olî darbesta Akdogan, bi alên PKK'ê xemilandin. Girsê piştî wecîbeyên olî dirûşmeyên "Şehit namirin", "Bijî Serok Apo", "Tolhildan", "Deşta Geverê hêlîna PKK'ê ye" berz kirin. Girsê cenaze birin Goristana Taxa Ormanê û bi sloganan defin kirin. Akdogan, kesê ewil li vê rositanê hade tefinkirin. Girsê piştî cenaze defin kir rêz girtin û sridûda Çerxa Şoreşê xwendin. Di merasimê de Serokê MEYA-DAR'ê Sadullah Duzen axivîe û polîtîkayên hikûmeta AKPê şermezar kir. Serokê BDP'a Geverê Rûstem Demîr jî anî ziman ku her kurd aştiyê dixwazin, li dijî kurdan komkujî pêk tê. Demîr, da zanîn ku heta gelê kurd mafê xwe bistînin dê vê têkoşînê berdewam bikin. Demîr, destnîşan kir ku gelê kurd dest ji doza xwe ya azadiyê bernadin û wiha got: "Di nava hefteyekî de dê 5 cenaze bên Geverê. Me îro cenazeyê Orhan defin kir. Sibê yê Alî Îhsan Yilmaz, li gundê Yekmala Binî bi girseyî dê bê definkirin."

Piştî axaftinan girsê heta kolanê me pêk anî. Girseya ku tev li merasima cenaze bû piştî definkirinê xwestin meşek girseyî pêk bînin. Girseya ku li taxa Ormanê vedigeriya polîsan bi bombeyên gazê û ava şit muxale kir. Girsê piştî meşê dibistana Sereteyî ya Gaziyê dan ber agir. Bûyer li kolan û taxan berdewam dikin.