Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Samî Ercan (Remzi Suruç) ku li gundê Gordê yê Giyadîna Agiriyê di 15'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dabû, li rex gora birayê wî gêrîlayê PKK’ê Mehmet Ercan hate definkirin.
Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Samî Ercan (Remzi Suruç) ku di 15'ê Îlonê de li Agiriyê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Pirsûsê bi girseyî hate definkirin. Gêrîla Remzî ku li gundê Gordê yê Giyadîna Agiriyê jiyana xwe ji dest da, li rex tenişta cenazeyê birayî wi yê gêrîlayê PKK'ê Mehmet Ercan hate definkirin. Malbatê piştî cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Trabzonê wergirtin, anîn Pirsûsa Rihayê. Cenazeyê gêrîla Remzî bi tevlîbûna sedan maşîne bi karwanekî mezin birin gundê Kizilhoyikê ya Pirsûsê.
Girseyê piştî cenaze birin gund, darbesta gêrîla danîn ser milê xwe û birin goristana gund. Bi sedan kesên li ser goristanê kom bûn, merasim pêk anîn. Di merasimê de Rêveberên BDP'a Riha û Pirsûsê, rêveberên MEYA-DER'ê, MEYA-DER'a Pirsûsê û gelek kesên din amade bûn. Girseyê di merasimê de bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "PKK Tolhildan" berz kirin.
CENAZEYÊ GÊRÎLA REMZÎ LI CEM TIRBA BIRAYÊ WÎ YÊ GÊRÎLAYÊ PKK'Ê DEFIN KIRIN
Girseyê dema cenaze birin goristana gund, dîtin ku derdora goristanê ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Piştî malbata gêrîla Remzî bi fermandarê leşkeran re hevdîtin pêk anîn, cenaze birin goristana gund. Xizmên gêrîla Remzî diyar kirin ku, fermandar ji wan xwestiye ku dirûşmeyan berz nekin û cenaze bêdeng defin bikin. Li ser vê yekê bi sedan kesan bi yek dengî dirûşmeya "Deşta Sirûcê Hêlîna Apoyiyane" "PKK gele, gel li vire" berz kirin û darbesta gêrîla Remzî birin goristanê.
Piştî rageşiya demjimêrekê li qada gund merasima cenaze pêk anîn. Malbatê diyar kir ku, astengî çi dibe bila bibe ew dê cenazeyê kurê xwe gêrîla Remzî bi girseyî bibin li goristana gund defin bikin û ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin. Girseyê darbesta gêrîla Remzî bi alên PKK'ê û rengên kesk, sor û zer pêçan û heta goristanê meşiyan. Girseyê di meşê de bê navber dirûşme berz kirin û helwesta leşkeran şermezar kir. Girseyê piştî cenazeyê gêrîla Remzî birin goristan gund, li tenişta birayê wî Mehmet Ercan yê di sala 1995'an de tevlî PKK'ê bû û di sala 1998'an de jiyana xwe ji dest da defin kirin. Bi sedan kesan piştî cenaze defin kirin, ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.
Li ser gorê serokê BDP'a Pirsûsê Mehmet Kayhan, ji malbata gêrîla Remzî û hemû gelê Kurd sersaxî xwest û diyar kir ku, ew dê li şop û doza gêrîla Remzî xwedi derkevin.
Bavê gêrîla Remzî Hasan Ercan, jî bertek nîşanî helwesta Serokwezîr Recep Tayip Erdogan da û wiha got: "Dema Erdogan hat ser îxtîdarê soz da kurdan û diyar kir ku, dê pirsgireka kurdan çareser bike. Lê 10 sal derbaz bûn hêj pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Ercan bang li Erdogan kir û xwest li soza xwe xwedî derkeve.