Gêrîla Ozgur û Harûn bigirseyî sipartin axê

Gêrîla Ozgur û Harûn bigirseyî sipartin axê

Cenazeyê gêrîla Îbrahîm Kaya (Ozgur Kaya) yê ku li Dêrsîmê jiyana xwe ji dest da li Amedê û cenazeyê gêrîla Şukru Agirbaş (Harûn Wan) jî li navçeya Qelqeliyê ya Wanê bi girseyî û sloganên "Şehid namirin" û "Tolhildan" hatin definkirin.

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Îbrahîm Kaya (Ozgur Kaya) yê ku li herêma Çet ya navçeya Xozatê ya Dêrsimê di 4'ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da, duh ji aliyê malbatê ve ji morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û di demjimêrên êvarê de anîn Amedê.

Serê sibê bi tevlîbûna rêveberên saziyan û BDP'ê û bi hezaran kesan li Goristana Yenîkoyê hatin cem hev. Piştî wecîbeyên olî girseyê darbest bi alên PKK'ê girêdan û ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gêrîlayên HPG’ê hatin hilgirtin. Di meşê de sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Tolhildan", "Ey şehîd rêya te rêya me ye" û "PKK gele gel li vire" qêriyan.

Piştî meşê cenazeyê gêrîla Ozgur bi slogana "Şehîd namirin" hate definkirin. Piştî rêzgirtinê Seroka Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê Leyla Ayaz axivî û diyar kir ku, her roj ciwan jiyana xwe ji dest didin û wiha got: "Qasî êşa wan rûmeta wan jî mezine. Heke îro em li vir daxwaza hinek tiştan bikin bi saya wane." Alîkarê Hevserokên BDP'ê yên Amedê Ahmet Gezen jî axaftinek kir.

Xalê gêrîla Ozgur Cezayîr Yoldaş jî axivî û wiha got: "Serê gelê Kurd saxe be. Em hemû dê di rêya şehîdê xwe de bimeşin." Piştî merasîma cenaze girse ji bo tevlî daxuyaniya li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pêk tê bibin ji goristan veqetiyan.

GÊRÎLA HARÛN BIGIRSEYÎ HATE OXIRKIRIN

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Şukrî Agirbaş (Harûn Wan) yê ku li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Qelgeliyê bi girseyî hate definkirin. Cenazeyê gêrîla Harûn duh ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û anîn Wanê. Cenazeyê gêrîla Harûn li ser riya Qelqeliyê ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin û pişt re birin gundê Xezneyê.

Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, rêveberên BDP'êû gelek kesên din tevlî pêşwazîkirinê bûn. Piştî cenaze birin gund wecîbeyên olî yên cenaze hatin bicîhanîn û pişt re bi slogana "Tolhildan" hate definkirin. Piştî merasîmê Serokê MEYA-DER'ê Atîk Pulat axivî û diyar kir ku, 30 salin şer berdewam dike û wiha got: "Ji bo kurdan asîmîle bikin serî li hemû rêyan didin. Di vê demê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest da. Gelê Kurd her tim xwedî li kesên xwe feda dikin derketin." Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Qelqeliyê Cengîz Savaşli jî axaftinek kir. Xalê gêrîla Harûn Menderes Înanç jî xwest ku şer bi dawî bibe.

Piştî axaftinê girseyê konê şînê ziyaret kir.