Cenazeyên gêrîla Muhyettîn Îşlek û Gerdan Oyman yên ku di peçvûna Çiyayê Cûdî de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin oxirkirin.
Cenazeyê gêrîlayên HPG’ê Muhyettîn Îşlek (Cudî Zorava) duh ji aliyê malbatê ve ji Meletiyê hate wergirtin û anîn Şirnexê. Karwana cenaze li her derê bi sloganên "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Piştî cenaze hate navanda Şirnexê bi hezaran kesan bi slogan û nîşaneyên serkeftinê pêşwazî kir. Piştî wecîbeyên olî li Mizgefta Balkan cenaze ji aliyê girseyê ve hate wergirtin û li ser milan bi meşê birin goristana taxa Waqifkentê.
Di meşa bi deh hezaran kes tevlîbûn de alên PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin, sloganên "Şehîd namirin", "Bijî serok Apo", "PKK gele gel li virin", "Tolhildan" û "Qatil Erdogan" qîriyan. Piştî duayan cenaze hate definkirin. Piştî rêzgirtinê sirûda "Çerxa şoreşê" hate xwendin.
'GELÊ KURD BI HEYBET XWEDÎ LI ZAROKÊN XWE DERDIKEVE'
Serokê Rêxistina BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar piştî karên definê axivî û spasî li hemû kesên tevlî merasîma cenazebûn kir û wiha got: "Gelê Kurd bi saya têkoşîna 30 salin tê dayîn îro xwedî li cenazeyên xwe derdikeve. Hikûmeta AKP li hemberî zarokên gelê Kurd bi çekên li cîhanê hatin qedexekirin êrîşan dike û cenazeyên wan tînin asta neyên naskirin. Bila baş bê zanîn ku, li ku derê be bila li wir be gelê Kurd dê her tim xwedî li cenazeyên zarokên xwe derbikeve. Em jî li vir careke din soz didin em dê xwedî li têkoşîna wan derbikevin û têkoşîna wan bidomînin."
'SERÊ GELÊ KURD SAXBE'
Dayîka gêrîla Îşlek Ayşe Îşlek jî axivî û wiha got: "Zarokê min şehîdê hemû kurdên bi şerefe. Ez li vir silavan li hemû zarokên xwe yên li serê çiyayan têkoşînê dikin dikim. Serê gelê Kurd sax be." Bavê gêrîla Îşlek, Salih Îşlek jî wiha got: "Serê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sax be. Êdî bese bila xwîn raweste. Kezeba min şewitî biila kezabe tu kesên din neşewite. Ez hêvî dikim ku ev şehîdê me yê dawî be. Dîsa serê gelê Kurdistanê sax be." Piştî duayan merasîma cenaze bi slogan û çepikan bi dawîbû.
GÊRÎLA OYMAN JI ALIYÊ JINAN VE HATE DEFINKIRIN
Malbata gêrîla Gerdan Oyman (Arîn Cizîr) ku di 5'ê Mijdarê de li Çiyayê Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest dabû, duh cenazeyê keça xwe ji saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîbûn Cizîrê. Cenazeyê gêrîla Gerdan Oyman ya ji Cizîrê û cenazeyê gêrîla Muhyettin Ýşlek ku bi heman maşîneyê hat, di ketina Cizîrê de ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hate rawestandin. Polîsan destûr neda ku cenazeyê gêrîla Oyman têxin nava navçeyê. Polîsan xwest cenazeyê gêrîla Îşlek jî rast bibin Şirnexê.
Piştî niqaşan cenazeyê gêrîla Îşlek bi rêya bejayî ya derdorê şandin Şirnexê. Cenazeyê gêrîla Oyman jî di ketina Cizirê de bi karwaneki mezin bi sloganên "Şehîd Namirin" hate pêşwazikirin. Bi hezaran kesan cenaze pêşwazî kir û posterên mezinyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên mezin ên PKK'ê rakirin. Girseyê di merasimê de pankarta ku wêneyên gêrîlayan li ser hatiye vekirin û nivîsa "An azadiyek bi rûmet, an berxwedanek bi heybet" vekirin. Girseyê cenaze di kolana Hezexê re birin Mizgefta Şêx Siraç. Cenazeyê gêrîla Oyman bi slogan, çepik û tilîlîyan li ser milan birin mizgetê. Cenaze ji aliyê jinan ve hate pêşwazîkirin û wecîbeyên olî pêk anîn.
Cenazeyê gêrîla Oyman piştî wecîbeyên olî ji aliyê jinan ve hate wergirtin û jinan cenaze li ser milê xwe kirin û heta goristanê meşiyan. Bi hezaran welatiyan cenazeyê gêrîla Oyman danîn ser milê xwe û heta taxa Cûdî meşiyan. Girseyê di meşê de bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" û "HPG biçin eniyê tolhildanê" qîr kirin. Girseyê cenaze danin ser milê xwe heta mala şînê meşiyan. Girseyê rê li trafîkê girt û bi meşê heta Goristana Asri meşiyan.
Dayîka gêrîla Oyman Taybet Oyman li pêşiya girseyê meşiya û di hundirê seniyê de hine çêkir û find pêxistin. Girseyê di meşê de slogan qîr kirin. Welatiyên ku ketin balkonan bi slogan û tilîliyan bertek nîşan dan. Bi hezaran kesan li ser goristana Yenîkoyê cenaze defin kir. Cenaze ji aliyê jinan ve hate defnikirin Piştî definkirinê girseyê rêz girt û piştî rêzgirtinê sidûra Çerxa Şoreşê hate gotin.
Li ser gorê Serokê BDP'a Cizîrê Mehmet Nezîr Akengin axaftin kir û diyar kir ku, dê heta dawî doza şehîdên xwe berdewam bikin.
Dema cenaze hate definkirin polîsan li ser rêya hezexê tedbîrên mezin girtin. Piştî girse belav bû TOMA bi ava şit û polîsan jî bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir.