Gerîla Masîro ji aliyê hezaran ve hate rêwîkirin

Gerîla Masîro ji aliyê hezaran ve hate rêwîkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Hakan Tezel (Masîro) yê ku 31’ê Kanûna 2012’an li navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû, bi tevlîbûna hezaran kesan bi dirûşm û zêmar û lorandina dayika Tezel Saniye Tezel ceneze spartin axê.

Ji 10 gerîlayên HPG'ê yên di operasyona 31'ê Kanûna 2012'an de li navçeya Liceyê di operasyona noqteyî de di nava jiyana xwe ji dest dabûn, malbata Hakan Tezel (Masîro) ji bo cenazeyên zarokê xwe wergirin duh çûbûn Meletiyê. Malbatê piştî li gel malbata gerîla Mesut Yildirim (Demhat) ê ji Qoserê, cenazeyê lawê xwe Hakan Tezel (Masiro) ê wergirt û di saetên şevê yên dereng de anîn Êlihê.

Piştî duh cenaze anîn mizgefta Beratê ya li taxa Yavuz Selîmê cenaze bi şev şûştin. Cenaze li vir ji bo mersîmê û definkirinê heta serê sibê hate hiştin. Serê sibê li ber derê mizgeftê girse li hev kom bû. Piştî nimêja caneze hate kirin girse dest bi meşê kir. Di meşê de Endamê Meclîsa Partiyê yê BDP’ê Nezîr Gulcan, Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, Şaredarê navçeya Hezoyê M. Raşît Haşîmî, rêveberên BDP’ê yên navçe û bajarokan, rêveberê KURDÎ-DER, MEYA-DER, xebatkarên Navenda Çanda Bihar, şaredarî taxan, endamên Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê û bi hezaran welatî amade bûn.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tezel û 9 hevalî wî û alên PKK û KCK hatin hildan. Girsê ba navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “PKK tolhildan” “Rêheval Hakan bê mirin e” û “Şehît namirin” qêriyan. Meşa ku di nava kuçeyê taxê de heta Goristana Îpragazê dewam kir, welatî û xwendakarê li di kûçeyan de jî tevlî meşê bûn û balkêşbû ku di dema meşê de bê navber li hember opersyon û pevçûnan bertek dihatin ziman û teqemeniyê Torpîl dihatin teqandin. Di dema meşê de dayika Tezel, Saniye Tezel bê navber li ser darbesta kurê ya ku bi rengên kesk, sor û zer hatibû xemilandin lorand.

Meş li ser goristanê bi dawî bû. Li vir di dema spartina cenaze de birayê Tezel, Ugur Tezel xwe avêt hûndir gora birayê xwe û digot “min jî li kêleka wî defin bikin”. Welatiya Ugur bi zorê ji gorê derxistin. Di kêliyên ku merasîm pêk dihat de dayik, xwişk, bira û welatiyan kêliyên bi hestewar derbas kirin û rondikên çavê wan wek baranê dihatin xwarê.

Li vir jî ya ku heri mirovan dilşewat dikir zêmar û lorandina dayika Tezel Saniye Tezel bû. Dayik û xişkên Tezel ji xwe çûn û di anîn ziman ku Hakan ne gihîştiye şehadeta xwe. Balkêş bû ku lorandina dayik Saniye kezeva mirovan li pey gotinê xwe di şewitand.

‘DÊ XWEDÎ LA NASNAME Û RÛMETA XWE DERBIKEVE’

Piştre ji bo kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, li gel xwendina sirûda “Çerxa şoreşê” û “Ey Reqîb” rêz hate girtin. Ciwanê rûpoşkirî yên bi bertek bê navber li vir solaganên ji bo Ocalan û PKK’ê berz dikirin. Piştî derfinkirina cenaze endamê MP ya BDP’ê Nezîr Gulcan axafitnek kurt kir. Gulcan, ji bo malbat û gelê kurd sersaxî xwest û diyar kir ku êdî bila xwîna ciwanê Kurd û Tirkan ne rije û got pêwîstî bi aşîtiyek mayînde heye. Gulcan, ev tişt got: “Gelê kurd gelekî bibîr û biryare. Dê heta dawî li ciwan, kur û keçê xwe xwedî derbikeve. Dê xwedî la nasname û rûmeta xwe derbikeve. Em hêvî dikin ku xwîn êdî ne rije û Şehît Hakan bibe yê dawî. Pêwîste pirsgirêka kurd çareser bibe. Hêviya me ew e ku êdî bila kezevê dayikên me ne şewitin.”

‘ŞÎRÊ MIN LI TE HELAL BE HAKANO’

Piştî axaftinê malbata Tezel xwe avêtin ser gora zarokê xwe û li ser gorê gulên kesk, sor û zer çikandin. Di vê navberê dayik Saniye Tezel li ber kêlika kurê xwe wiha got: “Şîrê min li te helal be Hakano. Tu zavayê me yî. Heqê min li te xweş helal be. Tu qehraman û birîndarê dayik xwe yî.”

Piştî merasîmê girse ji bo sersaxiyê çû konê taziyê yê ku li ber mala malbata Tezel a li taxa Bahçelîevlerê li pişt mala mamosteyan.

Li aliyê din esnafên taxa Yavuz Selîmê ji bo merasîma cenazeyê Tezel derabeyên xwe venekiribûn.