Gêrîlayê HPG'ê Huseyîn Ceylan (Mahîr Çayan) yê ku di peçvûna li naçveya Şemzînan ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest bi girseyî hate definkirin.
Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Huseyîn Ceylan (Mahîr Çayan) yê ku li navçeya Şemzînana Colemêrgê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî hate girtin û anîn navçeya Milazgirê ya Mûşê. Cenazeyê gêrîla Mahîr li bajaroka Kelareş ya Mûşê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Pişt re cenazeyê gêrîla Mahîr anîn gundê Tendurekê yê navçeya Milazgirê û di ketina gund de welatiyan cenaze girtin û dest bi meşê kirin. Cenazeyê gêrîla Mahîr bi meşê anîn mizgefta gund û piştî wecîbeyên olî darbest bi kesk, sor û zer hate dorpêçkirin. Pişt re cenaze bi meşê û sloganên "Bijî Serok Apo", "Qatîl Erdogan" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" birin goristanê.
Endamê Meclîsa BDP'ê Orhan Artunç, Wekîlê Şaredarê Milazgirê Murat Kiziltaş, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Milazgirê Nîhat Kalin, Nûnerê MEYA-DER'ê yê Amedê Medenî Aktar, Nûnerê MEYA-DER'ê yê Milazgirê Hanîfî Yalçinkaya, endamên meclîsa giştî, rêveberên BDP'ê û bi hezaran welatî tevî merasîma cenaze bûn. Piştî karên veşartinê rêzgirtin pêk hat û sirûda "Çerxa şoreşê" hate xwendin. Piştî rêzgirtinê Endamê Meclîsa BDP'ê Orhan Artunç axaftinek kir û wiha got:
"Di şexsê Şehîd Huseyîn de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rûmet bi bîrtînin." Artunç diyar kir ku, 30 salin bi polîtîkayên înkar û tunekirinê dixwazin kurdan têk bibin û wiha got: "Dîroka komkujiya 30 salan di 10 salên dawî de AKP'ê dewir girt. Li hemberî daxwaz kurdan ya aştiyê her tim bi îmha û înkarê hate bersivandin. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin."
Bavê gêrîla Mahîr Îsa Ceylan jî wiha got: "Şehîd tenê şehîdê min nîne yê hemû Kurdistanê ye. Em îro daxwaza aştiyê dikin lê Erdogan şer dixwaze."
Piştî axaftinan girse konê şînê ziyaret kirin.