Gêrîla Huseyîn bi girseyî sipartin axê

Gêrîla Huseyîn bi girseyî sipartin axê

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Huseyîn Welat yê ku li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da li gundê Îbraman yê Çewlikê hate definkirin. Dayîka gêrîla Huseyîn Fatma Morsumbul di merasîma cenaze da axivî û diyar kir ku, destê Erdogan di nava xwîna ciwanên Kurd, leşker û polîsan de ye û divê hemû dayîk ji şer re bêjin "êdî bese"

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Ekîn Morsumbul (Huseyîn Welat) yê ku di 11'ê Îlonê de li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da duh ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û pişt re anîn Çewlîkê. Cenazeyê gêrîla Huseyîn li Kaniya Yado bi girseyî hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de sloganên "Şehîd namirin", "Ey şehîd riya te riya me ye" û "Bijî serok Apo" hatin berzkirin û posterên gêrîla Huseyîn û alên PKK'ê hatin vekirin. Pişt re cenaze anîn Nexweşxaneya Tipê ya Taybet ya Çewlîkê û wecîbeyên olî bicih anîn.

Pişt re cenazeyê gêrîla Huseyîn bi karwaneke qelebalik anîn gundê Îbraman ê Çewlîkê û di ketina gund de ji aliyê girseyê ve hate wergirtin û bi meşê birin goristanê. Piştî veşartina cenaze, dayîka gêrîla Huseyîn Fatma Morsumbul axivî û wiha got: "Wijdanekî şer jî heye û şerefekî şer jî heye. Wijdan û şerefa vî şerî tuneye. Hemû welat û mafên mirovan ên navneteweyî dibînin. Zarokên me dikujin û heqaretê li cenazeyên me dikin." Morsumbul diyar kir ku, 32 salin di nava vê têkoşînê de ne û wiha axivî: "Şevê din min şeva herî bi tirs jiyan kir. Min berê xwe dayê cenazeyê kurê min reşe. Ez tirsiyam min nexweşxane terk kir. Duh li ber morgê ji ber bêhnê tu kesî nedikarî bisekine. Ev yekê dijmirovahî ye. Şere di şer de mirin asayî ye.

Ez hezar caran ji gerîla sipasiyan dikim. Dema ku leşker dimirin dest bi cenazeyên wan nadin. Tu taxrîbatê li ser cenazeyan nakin. Heke kurê min di nav gerîlayan de îşkence li cenazeyê leşkeran kiriba min dê bi destê xwe ew kuştiba. Heke min ew nekuştiba gunehên ew hemû li stuyê min ban. Destên Erdogan di nava xwîna ciwanên kurd, leşker û polîsan de ye û divê hemû dayîk ji şer re bêjin 'êdî bes e'"

Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî diyar kir ku, gelê Kurd dê xwedî li bîranînên ciwanên Kurd derbikeve û ew li ber têkoşîna wan bejana xwe ditewînin. Ji bo gêrîla Huseyîn li taxa Yeşîlyurtê ya Çewlîkê li Mala Şinê ya Sulyeman Bektaş sersaxî tên qebûlkirin.