Gerîla Gabar hate rêwîkirin

Gerîla Gabar hate rêwîkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Tamer Polat (Gabar) ê ku di pevçûna li hemberî nûqteya leşker û Qereqola Yolçatiyê ya Dêrsîmê de jiyana xwe ji dest da licihê lê ji dayîk bûyî spartin axê.

Cenazeyê gerîla Tamer Polat (Gabar Dersîm) ê ku di 22'yê îlonê de di êrîşa li hemberî nûqteya leşkeran û Qereqola Yolçati ya li sêgoşeya navçeyên Qisle, Pilemuriye û Navenda Dêrsîmê de jiyana xwe ji dest da spartin axê.

Piştî malbatê duh li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê cenaze teşhîs kir anîn navçeya Mazgerdê ya Dêrsîmê. Serê sibê cenazeyê Polat ji Ocax Tenduristiyê ya Navçeyê hate wergirtin û ber bi gundê Xiştanê yê Mazgerdê ve bi rê kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Dêrsîmê Şerafettîn Haslî, Şaredara Dêrsîmê Edîbe Şahîn, endamên BDP'ê, MEYADER û gelek welatî tevlî konvoya cenaze bûn.

Cenazeyê Polat demekê li gund li malê hate sekinandin û pişt re darbesta bi kesk, sor û zer hate girêdan hate hilgirtin û bi slogana "Şehîd namirin" birin goristana gund. Di dema veşartina cenaze de jinan bi zareveyê kurdî yê Dîmîlkî lorîk vegotin. Piştî karên veşartinê girse ji goristanê veqetiya. Malbata Polat li gund konê ser saxiyê veda.