Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Aysel Demîrkaya (Faraşîn Delîla) a ku di 19'ê îlonê de di pevçûna Elkê de jiyana xwe ji dest da li gundê Çayirli yê navçeya Ebexê ya Wanê ji aliyê jinan ve spartin axê.
Cenazeyê gerîla Aysel Demîrkaya (Faraşîn Delîla) ya ku di 19'ê îlonê de di pevçûna li hemberî Girê Bayrak ê ewlehiya Fermandariya Tugaya Elkê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da spartin axê. Cenaze li duriyana riya navçeyên Erdîş û Bêgirî yên Wanê bi girseyî hate pêşwazîkirin û piştre birin navçeya Ebexê ya Wanê.
Di ketina navçeyê de cenaze li duriyana Selîkê ji aliyê girseyê ve hate girtin û bi meşê heya navenda navçeyê birin. Pişt re cenaze ber bi gundê Çayirli ve derxistin rê. Girseyê nêzî gund careke din cenaze hilgirtin û bi meşê birin gund. Di meşê de alên PKK'ê hatin vekirin. Darbesta Demîrkaya ya bi alên PKK'ê hate pêçan ji aliyê jinan ve hate hilgirtin.
Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçar, rêveberên BDP'ê yên Wanê û navçeyan, Şaredarê Eganisê Veysel Keser, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Dayîkên Aştiyê, endamên Meclîsa Giştî û gelek kesên din tevlî merasîma cenaze bûn. Di meşê de sloganên "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd çeka te li erdê namine" û "PKK gele gel li vir e" hatin berzkirin. Cenazeyê Demîrkaya ji aliyê jinan û dayîka Demîrkaya Ferîde Demîrkaya ve spartin
'KEÇA MIN TACA SERÊ MIN E'
Piştî rêzgirtinê Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçar axivî û diyar kir ku ew amade ne ji bo têkoşînê canê xwe bidin û wiha got: "Gerilayan riya me ronî kir. Em jî dê di riya wan de pêş bikevin."
Pişt re apê gerîla Faraşîn, Arif Demîrkaya jî axivî û wiha got: "Erdogan li Meletiyê wehşetê pêk tîne. Li Meletiyeyê bi heman in cenazeyên gerîlayan tên sekinandin hene. Ligel îşkenceya li kurdan tê kirin 2 qat bêtir îşkence li malbatan tê kirin. " Dayîka gerîla Faraşîn Ferîde Demîrkaya jî wiha got: "Keça min taca serê min e. Êdî bila ser vê axê xwîn neyê rêjandin. Serê Kurdistanê sax be."
Piştî axaftinan girse derbasî konê ser saxiyê bû.