Cenazeyên gerîlayên HPG Raîf Altin ( Ernesto Cilo), li Bêdlîsê û Huseyîn Îlîzdîr (Rojdi Bazid) jî li Bazîda Agiriyê bi girseyî hatin definkirin.
Di 19'ê Îlonê de li navçeya Bêşebabê ya Şirnexê şer derket û di şer de 2 gerîlayên HPG'ê Raîf Altin ( Ernesto Cilo) û Huseyîn Îlîzdîr (Rojdi Bazid) jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê Raîf Altin li gundê Xulepurê yê navçeya Hîzana Bedlîsê bi girseyî spartin axê.
Malbata Altin duh cenazeyê kurê xwe ji saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn navçeya Tetwanê. Malbatê piştî li Tetwanê wecîbeyên olî pêk anîn û şûnde bi tevlêbûna Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Nezir Karabaş, endam û rêveberên BDP'ê yên Bedlîs û navçeyên wê, rêveberên MEYADER'ê jî di navde bi sedan kesan cenazeyê Altin birin gundê Xulepûrê ê navçeya Xîzanê. Girsê dem bi karwanekî mezin cenaze birin gund li her gundî rastî eleqeyek mezin hat. Cenaze di ketina navçeya Hîzanê de ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Ji ber ku polîsan destûr neda malbat cenaze di Xîzanê re derbas bike, malbatê bi konvoyê cenaze rast birin gundê Xulepûrê.
Karwanê cenaze li ketina gund bi girseyî hate pêşwazîkirin. Girsê darbesta cenazeyê Altin danîn ser milê xwe û heta goristana gund dirûşmeyên “Şehit namirin”, “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di meşê de girsê li gel posterê gerîla Altin, posterê gerîlayên di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan jî hatin vekirin.
ZENDERLÎOGLU: MUXATAB TENÊ ÎMRALÎ YE
Girsê piştî li goristana gund cenazeyê Altin defin kirin ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Di merasimê de parlementerê BDP'ê yê Bêdlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, anî ziman ku hêj li herêmê
şer û kuştin heye û wiha got: "Ji bo ev kuştin û şer bi dawî bibe divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Ger ku aştiyê dixwazin divê Birêz Ocalan muhatap bigirin. Tenê muhatabê çareseriyê Birêz Ocalan e.
Dayika gerîla Xanim Altin jî got bila serî hemû gelê kurd sax be." Piştî cenaze hate definkirin girsê çû konê sersaxiyê ziyaret kir.
ÎLÎZDÎR LI BAZÎDÊ BI GIRSEYÎ SPARTIN AXÊ
Malbata gerîla Huseyin Îlîzdir (Rojdi Bazid) jî duh cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin li Bazidê bi girseyî definkirin. Konvoya cenazeyê Îlizdîr, li Ebexê ji aliyê sedan maşîne ve hate pêşwazîkirin. Li dirûyana Ebex û Bazîdê konvoy rawestiya û girseya ku ji konvoyê daketin li vir sirûda Çerxa Şoreşe xwendin. Girsê piştre bi konvoyê cenazeyê gerîla Îlizdîr birin malbata Îlîzdîr a li taxa Yeniyê. Girsê piştre darbesta Îlîzdîr danîn ser milê xwe û birin goristana bajar a Bazîdê bi dirûşmeyên “Bîjî Serok Apo”, “PKK gel e, gel li vir e" “Katîl Erdogan” û “Tendurek Tolhildan" definkirin. Girsê wêneyên gerîlayan rakirin. Di merasimê de Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halil Aksoy, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, rêveberên BDP'ê nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di navde bi hezaran kes amade bûn.
Di merasima cenaze de parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, diyar kir ku ew dê li têkoşina wan xwedî derkevin û doza wan bilind bikin.
Girsê piştî definkirina cenaze çûn konê sersaxiyê yê li taxa Yenî hatibû vedan ziyaret kir.