Cenazeya gêrîlaya HPG'ê Latîfe Baran (Ekîn Denîz) ya ku di pevçûna li Şemzînanê de jiyana xwe ji dest da û li goristana bêkesan ya Meletiyê hate definkirin, hate wergirtin. Cenazeyê gêrîla Ekîn bipiranî jin ji aliyê sedan kesan ve bi sloganan hate definkirin.
Cenazeya gêrîlaya HPG'ê Latîfe Baran (Ekîn Denîz) ya ku di 12'yê tebaxê de li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da û li goristina bêkesan ya Meletiyê hatibû definkirin ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û anî Amedê. Parlementera BDP' ya Amedê Nursel Aydogan, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyda Zumrut, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Mêrsîn û gelek kes tevlî merasîma cenaze ya li Goristana Yenîkoyê bûn.
Darbesta gêrîla Ekîn li morga Yenîkoyê bi alên PKK'ê û gulan hate xemilandin. Cenaze pişt re bi sloganên "Bijî Serok Apo", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Şehîd namirin" birin mizgeftê û wecîbeyên olî hatin bicihanîn. Pişt re jinan darbesta gêrîla Ekîn hilgirtin û dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên gêrîla Ekîn û alên PKK'ê hatin hilgirtin.
'EM LI WELATEKÎ TEHEMULÊ NÎŞANÎ ŞEHÎD NADIN DIJÎN'
Cenazeyê gêrîla Ekîn li goristanê bi sirûda "Çerxa şoreşê" hate definkirin. Piştî rêzgirtinê Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan axivî û wiha got: "Gelê Kurd ji bo azadiya xwe lehengekî din defin kir. Ez hemû şoreşgeran silav dikim. Em dê heta dawiyê di riya şoreşgerên di vê rê de jiyana xwe ji dest dan bi meşin." Aydogan anî ziman ku, bi Baran re 5 salan xebat meşandin û wiha axivî: "Bi biryarbûna xwe ji me hemûyan re rê nîşan dida. Ji ber ku têkoşîna me kêmas dît tevlî HPG'ê bû." Aydogan dema ku, di axivî rondikên xwe negirtin.
Xwîşka gêrîla Ekîn, Fatma Baran jî wiha got: "Ez li vir bang li T.C. dikim. Êdî bese. Em li welatekî tehemulê nîşanî şehîd nadin dijîn. Dewletekî hove. Êdî bese."