Cenazeyê Gêrîlayê HPG’ê Necdet Dînçadam (Dîren Van) yê ku di pevçûna li Çiyayê Kato ya Şirnexê bi 6 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da li Wanê bi sloganan "HPG tolhildan" hate definkirin. Di merasîma cenaze de dayîka gêrîla Dîren Alîme Dînçadam, axivî û wiha got: "Odeya kurê min baş çêbikin" Ev gotin bû sedema demên hestiyar.
Cenazeyê Gêrîlayê HPG’ê Necdet Dînçadam (Dîren Van) yê ku di 5-7'ê îlonê de li bejahiya Çiyayê Kato yê Şirnexê de jiyana xwe ji dest da di ketina Wanê de bi girseyî hate pêşwazîkirin. Li ser riya karwana cenaze lê derbaz bibe li gelek nokteyan leşker û polîsan noqte danîn û tedbîr girtin, wesayîta zirxî ya polîsan karwan şopand.
DARBESTA GÊRÎLA BI KESK, SOR Û ZER HATE PÊÇAN
Karwana cenaze li taxa Îstasyonê ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Piştî li malan şînê ya li taxa Îstasyon wecîbeyên olî hatin bicihkirin darbesta Dînçadam bi alên kesk, sor û zer hate girêdan û li ser milan hate hilgirtin. Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Yakup Ataş, MEYA-DER, ÎHD, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din tevlî merasîma cenaze bûn. Girseyê heta Goristana Seyrantepe meş li dar xist. Di meşê de posterên gêrîlayên HPG’ê û alên PKK'ê hatin hilgirtin. Di meşê de sloganên “HPG tolhildan", "PKK gele gel li vire" û "Qatîl Erdogan" hatin berzkirin. Di meşê de malbata Gêrîla Dîren herî pêşê de cih girt.
DAYÎKA GÊRÎLA DÎREN: ODEYA KURÊ MIN XWEŞIK ÇÊBIKIN
Piştî meşê karên veşartinê li Goristana Seyrantepe pêk hatin. Di dema karên veşartinê de demên bihestiyar hatin jiyîn û dayîka Gêrîlayê Dîren Alîme Dînçadam bi gotina "Odeya kurê min xweşik çêbikin" qêriya. Piştî karên veşartinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Yakup Ataş axivî û wiha got: "Dînçadam şehîdê Kurdistanê ye û serê gelê Kurd sax be. Berpirsiyarê mirina hikûmeta AKP'ê ye. Bila baş bizanin ku gelê Kurd dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernadin."
Bavê Gêrîla Dîren Nurettîn Dînçadam jî got "Ez bi kurê xwe serbilindim." Birayê Gêrîla Dîren Sabahattîn Dînçadam jî wiha got: "Birayê min şehîdê hemû Kurdistanê ye. Êdî bila ev xwîn bê rawestandin. Bi zordariyê nagihijin tu encaman. Em weke malbat ji bo cenaze bigirin çûn Elkê. Bi berxwedaneke mezin me cenaze girt. Li wir 7 cenaze hebûn lê di rewşeke nedihatin nasin. Piştî birayê min û hevalên xwe jiyana xwe ji dest dan leşkeran kîmya bikaranî. Her aliyê wan hatibû şewitandin. Ev yekê hovîtîye."
Piştî merasîmê girseyê careke din bi sloganan dest bi meşê kir û hate konê şînê yê li taxa Seyrantepe hate vekirin meşiyan. Li vir hate daxuyandin ku dê di 16'ê îlonê de di demjimêr 13.30'an mewlîd bê dayîn.