Cenazeyê Gerîla HPG'ê Mehmet Turken (Demhat Şervan) ê ku di 12-15'ê sibatê de li Şirnexê jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran kesan ve spartin axê. Di merasîma cenaze de Apê Gerîla Turken Nevzet Turken diyar kir ku êdî ew nexwazin agahî mirinê ji tu malan re biçin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Turken (Demhat Şervan) ê ku di 12-15'ê sibatê de li herêma Besta ya Şirnexê bi 14 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dan duh ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletî wergirt û anî Wanê.
Cenazeyê Turken li duryana navçeya Westanê ya Wanê ji aliyê dehan wesayîtan ve hate pêşwazîkirin. Dema ku karwana cenaze piştî pêşwazîkirinê bi rê ket wesayîta zirxî ya leşkeriyê karwan şopand. Polîsan karwana cenaze di ketina Kolana Mereşê de asteng kir û hemû rê girtin. karwana cenaze li ser riya Şabaniyeyê ket bajar û polîsan li ser hemû riyan bi panzeran tedbîr girtin. Cenaze di ketina taxa Yenî de ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin û li vir cenaze ji aliyê girseyê ve hate girtin û birin Goristana Karşiyakayê. Darbesta Turken a bi alên kesk, sor û zer hate girêdan bi sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vir e" û "Qatîl Erdogan" û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Turken birin goristanê. Parlementerê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Yakup Ataş, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Dayîkên Aştiyê, TUYAD-DER'ê û gelek welatî tevlî merasîma cenaze bûn.
Piştî duayên bi kurdî hatin xwendin karên veşartinê pêk hatin. Di dema veşartinê de slogana "HPG tolhildan" hate berzkirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Yakup Ataş axivî û diyar kir ku ew tu caran dest ji têkoşîna xwe bernadin û wiha got: "Berpirsiyarê van mirinan hikûmeta AKP'ê ye. Em ligel hemû zilma tê kirin dest ji têkoşîna xwe bernadin û dê têkoşîna xwe bidomînin." Ataş, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê ji bo têkoşîna siyasî ya kurdan têk bibe hemû rêbazan bikartîne. Em tecrîda li ser Birêz Ocalan qebul nakin û şermezar dikin."
Apê gerîla Demhat, Nevzet Turken jî axivî û wiha got: "Tenê şehîdê me nîn e şehîdê hemû Kurdistanê ye. Ez sipasiyê li we hemûyan dikim. Hûn îro xwedî li şehîdê me derketin. Ez bang li hemû rayedaran dikim ku êdî bila gahiya mirinê neyên berderê tu malan. Ji bo pere û mehaneyên xwe destûra rijandina vê xwînê didin."
Piştî axaftinan girse derbasî konê şînê yê li taxa Esendere ya bajaroka Sixkê bû.