Gerîla Demhat bi dirûşiman spartin axê

Gerîla Demhat bi dirûşiman spartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mesut Yildirim (Demhat) ku di 31'ê Kanûnê de di operasyona noqteyî ya li Liceyê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Hemziya yê Qosera Mêrdînê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşimên "Şehîd namirin" spartin axê.

31'e Kanûna 2012'an de li navçeya Liceyê operasyona noqteyî pêk hatibû û 10 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazazeyên 10 gerîlayan biribûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Malbata Mesut Yildirim (Demhat) duh cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn Qoserê. Cenazeyê Yildirim li Tesîsên Dedemhanê yên Mêrdînê ji aliyê karwanê sedan maşîne ve hate pêşwazîkirin.

Ji ber ku di ketina navçeya Qoserê de polîsan barîkat danî û destûr nedan ku cenaze têkeve nava bajar, karwan di Rêya Îpekê re çûn taxa Ersoylu. Di ketina taxê de bi hezaran kesan darbesta cenaze danîn ser milê xwe û dirûşimên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "Şehîdê me rûmeta me ye PKK partiya me ye" qêriyan.

Girseya bi dirûşima meş pêk anîn, bi çepik û tilîlîyan piştgirî dan dirûşiman. Girseyê di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla Yildirim û alên PKK'ê bilind kirin. Esnafan dikanên xwe girtin û piştgirî dan cenaze. Girsê piştre cenaze wergirtin û bi karwanek mezin cenaze birin gundê Hemziya ya Qoserê.

Bi hezaran kes di ketina gund de ji maşîneyan daketin û darbesta Yildirim danîn ser milê xwe û bi dirûşimên "Ciwan fedaiyên Apo ne", "Qatîl Erdogan", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Tolhildan" û "PKK gel e, gel li vir e" û "Şehîd namirin" qêriyan. Girsê alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û meşiyan. Dîsa wêneyên gerîlayan vekirin û sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Girsê li ser goristanê piştî cenaze definkirin rêz girtin.

Di merasima cenaze de Nûnerê MEYA-DER'a Mêrdinê Ramazan Alkan, diyar kir ku ew dê li mêrasa şehîdên xwe xwedî derkevin û têkoşîna wan a aştî û demokrasiyê bilind bikin.

Bavê Yildirim Hamdullah Demîr jî diyar kir ku ew slavên xwe heta Qendîlê dibe û dê heta dawî girêdayî dozê be. Dayika Yildirim Sultan Yildirim, anî ziman ku kurê wê Mesut şehîdê Kurdistanê ye.

Bi hazaran kes piştî merasima cenaze çûn malbata Yildirim ziyaret kirin û sersaxî xwestin.