Gerîla Ceylan bi girseyî spartin axê

Gerîla Ceylan bi girseyî spartin axê

- Cenazeyê gerîlayê HGP'ê Abdullah Ceylan ê ku li Çiyayê Cudî di şer de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi girseyî spartin axê

Malbata gerîla Abdullah Ceylan (Firat Pirsûs) ku di 5'ê mijdarê de li Herêma Girê Hirmo ya Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest da, ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin, ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê çûn Meletiyê.

Malbata gerîla Ceylan, ji navçeya Pirsûsê çûn Meletiyê. Malbatê piştî serî li dozgeriyê dan û cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin, hatin Pirsûsê.

Malbata ku di saetên êvarî de gihiştin Pirsûsê, cenazeyê kurê xwe bi karwanekî mezin birin mala xwe ya gund û ji wir jî bi dirûşimên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "PKK gel e, gel li vir e" û "Bi can bi xwîn em bi terene ey serok" cenaze heta gorê danîn ser milê xwe kû meşiyan. Girsê darbesat gerîla bi ala PKK'e pêça û li gel dirûşiman spartin axê.

Di merasimê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyê gerîla Ceylan û alên HPG'ê bilind kirin. Ceylan bi sloganan spartin axê.

Serokê BDP'a Pirsûsê Mehmet Kayhan, li ser gorê axaftin kir û xwest serê malbatê û gelê kurd sax be.