Cenazeyên 5 gêrîlayê HPG'ê yên di şerên demên cûda de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê 10 hezaran kesan ve bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" ve li goristana Yenîkoya Amedê hatin definkirin.
Cenazeyên gêrîlayê HPG'ê Yusuf Sezer (Ferman Amed), Serhan Akyol (Mêrxas Dorşîn), Turabi Gurbuz, (Erdal Amed) Muhabber Aslan (Şevîn Alan) û Nezîr Demîr (Delîl Çinar) yên di demên cûda li cihên cûda de jiyana xwe ji dest dan li goristana Yenîkoyê ya Amedê ji aliyê 10 hezaran welatiyan ve hatin definkirin. Cenazeyê gêrîla Ferman Amed, Mêrxas Dorşîn û Erdal Amed duh jî Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatibûn wergirtin û ji duh êvarê ve li morga Mizgefta Goristana Yenîkoyê dihatin ragirtin. Cenazyên 3 gêrîlayan dê îro hatiban definkirin, lê ji ber cenazeyê gêrîla Şevîn Alan ya ku li navçeya Şemzînanê û Delîl Çinar yê ku di 4'ê Tebaxa de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabûn, îro ji aliyê malbatê wan ve hatin naskirin hatin wergirtin li benda van cenazeyan hatin rawestandin.
Bi hezaran welatiyên ku ji bo definkirina cenazeyê 3 gêrîlayên HPG’ê li ber Goristana Yenîkoyê hatibûn ba hev. Piştî gel û rêveberên BDP'ê û MEYA-DER'ê bihîstin ku cenazeyê îro hatine teşhîskirin tên Amedê, ji bo pêşwazîkirina cenazeyan çûn Petrola Doguyê ya ketina Amedê û li wir cenaze pêşwazîkirin. Li vir polîsan bi wesayîtên zirxî riya karwanê wesayîtan ya cenazeyan girt balkêşbû ku hêjmara polîs û wesayîtê wan ji ya gel û karwanê cenazeyan zêdetir bû. Polîsan di ketina cenazeyan de demek kin ji ber hinceta "Cenazeyên ku diçin bajarê din gerek nekevin nav bajar" ji ber vê hincetê karwan rawestandin. Şûna ku karwanê wesayîta ya cenazeyan di riya kin de di nav bajar de biçe ser goristina Yenîkoyê, ne hiştin û rê dirêj kirin ji ne çarî cenaze li ser riya Riha birin Goristanê. Dema ku karwanê wesayîtan ya cenaze ber bi goristanê ve diçû welatî û karkerên li ser riyan hatina cenazeyan silav kirin.
GEL LI GÊRÎLAYAN XWE XWEDÎ DERKETIN
Dema karwanê cenazeyan bi 3 ambûlansan di dorpêça polîsan de gihişt ser goristanê ji aliyê bi hezaran welatî ve bi dirûşm, al û pankartan hate pêşwazî kirin. Li ber mizgefta goristanê hatin danîn û 2 ambûlansan cenazeyê din ber bi Êlih û Qoserê ve ji aliyê ciwan û gel ve hatin oxir kirin. Li gel 3 cenazeyên gêrîlayan bi hatina 2 cenazeyê din yên gêrîlayan hêjmara cenazeyan bû 5. Li morga goristana Yenîkoy ku duh wecîbeyên olî yên 3 cenazeyên din hatibûn kirin îro jî yê her du cenazeyê din hate kirin. Beriya wecîbeyên olî bi dawî bibe, ciwanê ku rûyê xwe girtibûn bi berz kirina dirûşm, sirûd, hildana posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK û meşa leşkerî berxwedana Şemzînan û Rojava silav kirin û şahadeta gêrîlayên HPG’ê jî şermezer kirin.
Xizmên gêrîlayan jî wêneyê wan dabûn dest xwe û ji hişê xwe çûn. Di merasîma cenazeyan de tişta herî balkêş jî ew ku gel li cenazeyên xwe xwedî derdiket, balefirên şer jî ji bo derûniya gel xirab bikin ji balefirgeha leşkerî ya Amedê rabûn û dengê wan ahengiya merasîmê xerakirin.
CENAZEYÊN GÊRÎLAYAN BI KULÎLK Û QURNEFÎLAN HATIN PÊŞWAZÎ KIRIN
Piştî wecîbeyên olî darbestên gêrîlayên ku bi alê PKK'ê hatibûn xemilandin jî morgê hatin wergirtin û gel jî kulîlkan û qurnefîlan avêt ser darbestan. Ji vir meşa cenazeyan hate destpêkirin û birin ser goristanê. Di meşê de ji 7 saliya 70 saliya posterên Ocalan, gêrîlayên HPG’ê û alên PKK û KCK hildan û vekirin. Girseyê bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana Şemzînan", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Tolhildan" û "Qatîl Erdogan" berz kirin.
DAYÎKA GORÊN ZAROKÊN XWE HIMBÊZ KIRIN Û LORANDIN
Ji 5 cenazeyan, cenazeyê gêrîla Şevîn ji aliyê dayîk û jinan ve hate hilgirtin. Li derdora goristanê bi sedan polîs û wesayîtê zirxî jî tedbîr hatibûn girtin. Li ser goristanê meş bi dawî bû û li vir nimêja cenazeyan hate kirin. Di dema nimêjê de dîsa ciwana al û poster hildan û li wir jî dîmenêkî merasîma leşkerî derket holê. Piştî nimêjê cenaze li rex hev hatin veşartin. Di dema definkirina cenazeyan de malbatê gêrîlayan rê li ber kêliyên hestewar vekirin. Dayîka gêrîla Yusuf Sezer (Ferman Amed) li ser gora kurê xwe demek lorand û digot min jî bixin gorê. Piştî definkirina cenazeyan deqîqeyek rêz hate girtin û sirûda Ey Reqîp hate xwendin. Li vir di dema axftinan de malbatê gêrîlayan gorê zarokên xwe hembêz kirin û dîsa lorandin.
BEDENÊN GÊRÎLAYAN HATIBÛN ŞEWITANDIN
Dema malbatan çûn li morgê di darbestan de li zarokên xwe temaşe kiribûn, dîtin ku bedena cenazeyên zarokên wan tev hatine şewitandin û dixtoran piştî rapora otopsiyê çavên wan derxistine. Malbatan bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku, ew vê yekê qebûl nakin.
'PKK GELÊ KURDE Û GELÊ KURD JÎ PKK YE'
Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut axaftinek kurt kir û diyar kir ku, ew gelê Kurd bi cangoriya gêrîlayan serbilindin û ji bo têkoşîna wan dibin xeta ronahiyê. Zumrut ji bo hemû malbata, gelê Amedê û gelê Kurd sersaxî xwest. Piştî Zumrut Parlementera BDP'a ya Amedê Nursel Aydogan jî axivî. Aydogan da zanîn ku, gelê Kurd îro li gelek bajaran li rûmeta xwe xwedî derketiye û can û cangoriyê xwe bin ax kiriye. Aydogan destnîşan kir ku, ew ne di bin axê de dê dilê gelê Amedê û Kurd de her tim geş bibin. Aydogan anî ziman ku, azadiya gelê Kurd nêzîk bûye û wiha got: "Êdî hikûmeta AKP'ê nikare têkoşîna gelê Kurd û Amedê têk bibe. Li gel gotinê Serokwezîr yên ne çareseriyê, êdî gelê Kurd bûye PKK û PKK jî gelê Kurde. Serfermandar û Serokwezîr nikarin PKK xilas bikin. Êdî dema azadiyê ye."
Piştî axaftina merasîm bi dawî û gel ji bo sersaxiyê Mala Şînê ya Pasuriyan. Dê taziye 3 rojan dewam bike.