Operasyonên artêşa Tirk ku didomin, gerîla jî bi çalakiyan bersiv didin êrîşan. Di çalakiyan de ku gelek leşker hatin kuştin, li Dêrsimê berbazekî bi qidem ê bi navê Semîh Ozbey ji aliyê gerîlayan ve hat binçavkirin.
ANF
BEHDÎNAN
şemî, 19 rezberê 2015, 16:03
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî operasyonên artêşa Tirk û çalakiyên bersivdayînê yên gerîlayan daxuyanî da.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:
COLEMÊRG
18’ê Îlonê saet 05.30 qereqolên Radyolog û Nehrî yên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê, polîsên tîmên taybet û cerdevanan li hember qadên li derdorê operasyonek dane destpêkirin. Di vê operasyonê de artêşa TC a li girê Senala, girê Kelê û qadên Şehîd Sarîna bi cih bûne ku berê da qada Şapata hêzên me yên gerîla li hember artêşa TC çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin, leşkerek birîndar bûye. Li ser vê yekê artêşa TC qedemeyekê ji qadê vekişiyaye. Artêşa TC ji ber ketiye gundê Şapata, girtiye ser malan û zext li gel kiriye. Operasyon saet 19.00'an bê encam vekişiyaye.
WAN
18’ê Îlonê saet di navbera 12.00 - 18.00’an de rêya Geliyê Masîro û Elbak a Wanê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kontrolkirin. Di çalakiyê de ku nêzî 100 wesayît kom bûn; gerîlayên me der barê pêvajoyê de gel agahdar kirine.
ŞIRNEX
17’ê Îlonê li hember stasyoneke bazê ya li gundê Pîrûsa ya girêdayî navçeya Bêşebab a Şirnexê gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîne û stasyona bazê hatiye îmhakirin.
AMED
Ji 15’ê Îlonê û vir ve rêyên di navbera navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê di bin kontrola hêzên gerîlayê me de ne. 18’ê Îlonê saet di navbera 10.30-18.00’an de jî hêzên gerîlayên me kontrola nasnameyan kirin û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin.
Ji 13’ê Îlonê û vir ve rêya Amed- Çewlikê di bin kontrola hêzên gerîlayê me de ye.
ÊLIH
18’ê Îlonê saet di navbera 19.00-23.00’an de hêzên gerîlayên me Rêya Îpekê ya di navbera Êlih-Amedê xistin bin kontrola xwe. Hêzên gerîlayên me li vir nasname kontrol kirin û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin.
BEDLÎS
17’ê Îlonê hêzên gerîlayên me li navenda navçeya Tetwanê ya Bedlîsê çalakiyek sabotajê pêk anîn. Dema gerîlayên me vedikişiyan, li nêzî gundê Helgasorê yê girêdayî Tetwanê, ketin kemîna cerdevanan. Di kemîna cerdevanan de Hevalê Bawer bi giranî birîndar bû û di 18’ê Îlonê de şehîd ket.
17’ê Îlonê danê êvarî saet 18.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Îskango ya girêdayî Şîrwanê ya Bedlîsê çalakiyek pêk anîn. Ji 300 metreyî bi B-7 û çekên ferdî ve bi bandor li çeper, nîzamiye û kuleyê dan. Di hedefên avahî û nîzamiyê ku roketên bi bandor xwarin de bi zelalî 2 leşker hatin kuştin. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran zêde ne. Piştî çalakiyê artêşa TC derdora qereqolê saetekê gulebaran kir. Keşfên ku piştî çalakiyê destpê kir, hê jî didomin.
MÛŞ
Piştî 17’ê Îlonê artêşa TC li Gimgimê ya Mûşê dest bi operasyonê kiribû, ev operasyon hê jî didome. Kiryara qedexebûna herêmên li derdora şehîdgehan jî berdewam dikin. Li vê herêmê cih cihan pêvçûn jî diqewimîn. Dema der barê pevçûnan de agahî bên zelalkirin wê bên ragihandin.
ERZIROM
17’ê Îlonê li nêzî qereqola Melê Osman a girêdayî navçeya Qereyazî ya Erziromê, girekî ku leşkeran êvarî girtibûn berî wan hêzên gerîlayên me girtibûn. Êvarî saet 20.30’an li hember qereqolê çalakiyek berfireh pêk hat. Baskê yekemîn nîzamiye û leşkerên ku komî sekinîne kirin hedef û bi roketan li wan dan. Li vir bi zelalî 4 leşker hatin kuştin. Baskê duyemîn bi BKC û B-7’an heta sibê li gir man. Dijmin nehat ser gir. Hevalan ji baskê sêyemîn qereqol û kuleya ku mewziyên A-4 lê ye kirin hedef. Her wiha baskê sêyemîn avahiya qereqolê û mewziyên veşartî kirin hedef û bi bandor lê dan. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Qereqolê li hember vê çalakiyê şok derbas kir û piştî çalakiyê li derdora xwe rasterast gulebarand. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalê Şehîd Canfeda pêk hat.
DÊRSİM
16’ê Îlonê artêşa TC operasyonek li navçeya Pilûr a Dêrsimê destpê kir, ev operasyon hê jî didome.
18’ê Îlonê piştî nîvro saet 17.00’an bi koordînasyona pêgerên hewayî yên bê mirov ve helîkopterên Kobra herêmên Gamir û Mêlîka yên girêdayî navçeya Pilûr a Dêrsimê bomberdûman kirin. Di encama van êrîşan de erazî şewitî û ev şewat hê jî didome.
Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim- Pilûr û Dêrsim-Erzînganê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne. 18’ê Îlonê piştî nîvro hêzên gerîlayên me li ser rêya Dêrsim-Erzîncanê Berbazekî bi qidem ê bi navê Semîh Ozbey binçav kirin. Her wiha gerîlayan tebence û wesayîta wî jî desteser kirin.
18’ê Îlonê êvarî saet 19.00-23.00’an li herêmên Xarçîk, Kûtûdere û Yolçati yên girêdayî navçeya Nazmiye ya Dêrsimê, pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.
18’ê Îlonê danê sibê saet 07.00’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Yolçati ya girêdayî navçeya Nazmiye ya Dêrsimê xwestin ji du baskan ve çalakiyekê pêk bînin. Artêşa TC di saet 07.15’an de baskekî hêzên me dibîne û çalakiya vî baskî deşîfre dibe. Her wiha dema leşkeran xwestin li vir kemînê deynin jî hêzên gerîlayên me çalakî li hember wan pêk anîn. Her wiha ji qereqolê derdor gulebaran kirin. Ji qereqola Yolçati ji saet 08.00’an heta saet 10.00 bi 3 wesayîtên zirxî operasyon meşandin, lê operasyon bê encam vekişiya. Baskê duyemîn ê Şehîd Destan jî li hember leşkerên ku nêzî qereqolê dibin 2 çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Li vir leşkerek hat kuştin yek jî birindar bû. Ev çalakî hêzên me yên YJA Starê pêk anîn.”
AGAHIYÊN NASNAMEYA GERÎLAYÊ JIYANA XWE JI DEST DAYE
HPG’ê agahiyên nasnameya gerîlayê jiyana xwe ji dest da aşkera kir: