Cenazeyê gerîla Berxwedan Ozalp (Reşat Ayaz) bi tevlîbûna bi dehan gerîlayan û bi sedan welatparêzên Kurd, bi merasîmeke leşkerî, bi dirûşmaya “Şehîd Namirin’ li çiyayê Qendîlê hat veşartin. Di merasimê de endamên Konseya Rêveber a KCK’ê û fermandarên HPG’ê jî amade bûn.
Gerîlayê PKK’ê Berxwedan Ozalp (Reşat Ayaz) ku li Urdunê ev demek bû ji ber hin nexweşiyan tedawiya xwe didît, di 8’ê çileyê de dema ku ameliyeta wî dihat kirin jiyana xwe dest da, 11’ê çileyê de cenazeyê wî anîn Hewlêr û duh jî bi tevlîbûna sedan şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) cenazeyê gerîla Berxwedan ji Hewlêr hat girtin û ber bi Qendîlê ve hate birêkirin. Cenazeyê gerîla Berxwedan ji aliyê dehan gerîlayan ve hate pêşwazîkirin. Li çiyayê Qendîlê bi tevlîbûna sedan welatparêzên Kurd û bi dehan gerîlayan merasîmeke leşkerî hate lidarxistin û bi dirûşmaya “Şehîd Namirin” spartin axê.
Di merasîmê de Endamên Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengal, Evîn Botan û Demhat Ozalp amade bûn. Di heman demê de Endamê Konseya Leşkerî Fazil Botan, Endama Konseya Leşkerî a YJA-STAR Berçem Gever û gelek fermandarên din jî di mersamî de amade bûn.
Di merasîmê de Endamê Konseya Rêveber Zekî Şengal Axavî. Şengal, anî ziman ku wek tevger ew tevgera şehîdan in. Di heman demê de got: “Dijmin wisa hevî dike ku bi şehîdan gelê me gav paşde biavêje. Divê ew baş zanibin ku, şehîdên me îro rêya me ronî dikin û me bi hêz dikin. Şehîdên me rêberê têkoşîna me ne, ji me re rêbertiyê dikin û em jî li pey wan diçin.”
‘HEVAL BERXWEDAN WÊ HER TIM DI TÊKOŞÎNA ME DE BIJÎ’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengal anî ziman ku, gerîla Berxwedan tişta ku kir armanc pêk anî. Şengal wiha domand: “Berxwedan tu caran dest ji çiyayan bernedana. Berxwedan, bi PKK’ê, bi şehîdan, bi Rêber Apo û gelê Kurdistanê bawer bû. Berxwedan, ev ji xwe re kir bingeh. Îro, ev hevalê bi rûmet tiştên ku ji xwe re kiribû armanc bi pêk anî. Hevalê Berxwedan, gihişt armanca xwe. Heval Berxwedan wê her tim di têkoşîna me de bijî û bê jiyandin. PKK, partiya şehîdan e. Şehîd jî rûmeta gelê Kurdistanê ne. Eger îro gelê me bûye xwedî Serok û gihiştiye Rêberê xwe bi saya keda şehîdê PKK’ê yê yekem Hakî Karer bigire heya şehîdên me yên dawî Sakîne Cansiz, Rojbîn, Ronahî û Berxwedanan çêbû ye.”
‘DIJMIN HÎN JÎ HÊVÎ DIKE KU GELÊ ME GAV PAŞDE BIAVÊJE’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengal got: “Dijmin wisa hevî dike ku bi şehîdan gelê me gav paşde biavêje. Divê ew baş zanibin ku, şehîdên me îro rêya me ronî dikin û me bi hêz dikin. Şehîdên me rêberê têkoşîna me ne û ji me re rêbertiyê dikin û em jî li pey wan diçin. Bi polîtîkayên kirêt, bi qetilkirina hevalên me, dijmin nikare gav bi gelê Kurdistanê paşde bide avêtin. Her êrîşeke wan a bi hovane û namerdiyên wan, dibe bingeh ku gelê Kurd hîn zêdetir yekîtiya xwe ava bike. Ev êrîşên namerdane wê bibe wesîleya ku hemû Kurdistanî li derdora sazî, dezgeh, partî û rêxistinên xwe kom bibin. Gelê Kurd bi awayekî hîn xurttir wê li derdora Rêberê xwe kom bibe. Wê bibe yekdeng. Gelê Kurd tu carî dest ji têkoşîna xwe bernade û hîn bêhtir ji bo azadiya xwe wê bimeşe. Û azadiya Rêber Apo ji xwe re esas digire û wisa dimeşe. Ji ber vê çendê şehîdên me rûmeta me ne. Û rêya me ronî dikin. Rûmera her gelî şehîdên wan in. Lê, dema em şert û mercên xwe li ber çavan digirin, û êrîşên dijmin ên hovane digirin dest, hezar carî piştrast dibe ku şehîdên me ji bo me rêber in. Gelê Kurd bi şehîdên xwe xeta xwe ya azadiyê ava kir û li ser vê xetê dimeşe. Gelê Kurd xeta Rêber Apo ya jiyana azad esas digire.”
‘TU DIJMIN NIKARE GELÊ ME JI PÊVAJOYÊ QUT BIKE’
Şengal bal kişand ser pêvajoyê û got: “Êdî tu siyasetên dijmin ên kirêt, durû û derewkar nikarin gelê me ji vê xetê û pêvajoyê qut bike. Gelê me wê pêvajoyê bibe heya azadiya Rêber Apo û azadiya xwe. Ji bo vê em dibêjin, ‘şehîd namirin û bijî Rêber Apo.’”
‘EV BÊTEHEMMULIYA WINDAKIRINÊ YE’
Şengal, qetilkirina yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û jina ciwan Leyla Soylemez wek bêtehemmuliya wendakirinê bi nav kir û wiha pêde çû: “Dijmin îro bi awayekî hovane qetilkirina hevalê me esas digire. Ev bêtehemmuliya wendakirinê ye. Heya niha em bi qetilkirineke wisa re em rû bi rû nemane. Ger dewleta Fransa vê bûyerê dernexe holê, ew jî di bin tohmetê de bimîne. Em wan jî hevkarê vê wehşetê û vê qetlîamê bibînin. Ji ber vê, ev qetlîam çawa çêbûye dive derxe holê.”
WARGEHA ŞEHÎD RUSTEM LI ŞEHÎDÊ XWE XWEDÎ DERKET
Şengal di axaftinên xwe de spasiya gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem kir û da nîşandan ku ew li şehîdê xwe xwedî derketine. Şengal, anî ziman ku tevî şert û mercên zivistanê yên zehmet jî gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem, gerîla Berxwedan aniye û gihandiye Qendîlê û got, “Ji bo hatina we em spas dikin.”
Şengal herî dawî sersaxî ji malbata Berxwedan Ozalp, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez re xwest. Û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Em bejna xwe li ber hemû şehîdên xwe de ditewînin û em soz didin ku em ê ji her demê zêdetir xwedî li têkoşîna wan derkevin. Em sersaxiyê di serî de ji bo malbata Berxwedan, Sakîne Cansiz, Rojbîn û Ronahî re dixwazin. Bila serê gelê Kurd sax be. ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî serok Apo.’”
Piştî axaftina Şengal, cenazeyê gerîla Berxwedan Ozalp bi dirûşmayên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ ji aliyê gerîla û gel ve hat veşartin.