Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Ergîn Guven (Berxwedan Jiyan) yê ku li navçeya Giyadînê ya Agiriyê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da li gundê Sîwar yê Bedlîsê bi girseyî hate definkirin.
Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Ergîn Guven (Berxwendan Jiyan) yê ku di pevçûna li bejahiya navçeya Giyadînê ya Agiriyê jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve ji Trabzonê hate wergirtin û anî gundê Sîwarê yê Bedlîsê. Parlementerê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Bedlîsê Orhan Bezîrganoglu, Şaredarê Norşînê M. Emîn Ozkan û gelek kesên din tevlî merasîma cenaze bûn.
Di ketina gund de cenazeyê gêrîla Berxwedan ji wesayîtê hate girtin bû bi sloganên "Bijî Serok Apo", "şehîd namirin" , "PKK gele gel li vire" û "Berxwedan Jiyan" birin mizgefta gund. Piştî wecîbeyên olî bi cih hatin cenaze li goristana gund hate definkirin. Piştre Nûnerê MEYA-DER'ê yê Bedlîsê Nîhat Karababa axivî û wiha got: "Di têkoşîna 30 salan de kurdan gelek serkeftinên mezin bi dest xistin. Di vê pêvajoyê de gelek serokwezîr, serokomar û hikûmet hatin û çûn. Heke AKP jî vê pirsgirêkê çareser neke dê bi xwe têk biçe"
Parlementerê BDP'ê Husamettîn Zenderlîoglu jî diyar kir ku, têkoşîna gelê Kurd gelek bedelên mezin dan û wiha got: "Her şehîdê Kurd ên ku li Kurdistanê tê definkirin di destketiyên kurdan de tê jiyîn. Ji ber vê yekê ya dikeve berê me ewe ku em têkoşîna wan bidomînin." Zenderlîoglu bang li gelê Kurd jî kir ku, bibin yek û têkoşîna xwe bilind bikin.
Apê gêrîla Berxwedan Hasan Guven jî axivî û wiha got: "Berî her tiştî serê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan yê ku salek zêde ye di tecrîda giran de ye serî wî sax be. Ez tecrîdê şermizar dikim. Serê gelê Kurd sax be." Guven ji hemû kesên tevlî merasîm bûn sipasî kir.
Piştî axaftinan girseyê konê şînê ziyaret kir û ji gund veqetiyan.