Gêrîla Aşîkar ji aliyê 10 hezaran ve hate defin kirin

Gêrîla Aşîkar ji aliyê 10 hezaran ve hate defin kirin

Cenazeyê gêrîla Aşîkar Bagok şevê din li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê 10 hezaran kesan ve bi sloganên "Şehîd Namirin" ve hate definkirin.

Duh li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Alî Kiliç (Aşîkar Bagok) yê ku di 14'ê îlonê de di êrîşa li dijî Qereqola Harûna ya di navbera navçeyên Gever û Şemzînan ên Colemêrg de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê deh hezaran ve hate definkirin. Malbatê piştî cenaze ji saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin, di ketina Nisêbînê de ji aliyê hezaran ve bi slogan û çepikan hate pêşwazîkirin.

Piştî ceza hate pêşwazîkirin bi girseyî birin Mizgefta Abdulkadir Paşa. Girsê piştî wecîbeyên olî darbesta gêrîla Aşîkar bi alên HPG'ê pêçan û danîn ser milê xwe û bi sloganên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Qatîl Erdogan", "Bijî serok Apo", "Her Kurd gêrîla diwelide", "Tolhildan", "Deşta Nisêbînê hêlîna Apoyiyane" û "Lêde gêrîla lêde Kurdistanê ava bike" berz kirin.

DARBESTA GÊRÎLA AŞÎKAR DANÎN SER MILÊ XWE

Girseyê di meşê de posterên gêrîla Aşîkar Bagok, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên mezin yên Konfederalîzma demokratîk û PKK'ê bilind kirin. Girseyê darbesta gêrîla Aşîkar li ser milê xwe kirin û heta Goristana Şehîdan meşiyan. Polîsan li ber goristanê xwest girsê asteng bikin. Lê girseyê bi fîşekên hewayî bersiv da polîsan û astengiyên polîsan li pêş xwe rakirin. Bi 10 hezaran kesên di nav de rêveberên MEYA-DER'ê jî hene, piştî cenaze defin kirin ji bo kesên di têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.

'EV TÊKOŞÎN JI BO AZADIYA GELÊ KURDE'

Girseyê piştî rêz girt sirûda "Çerxa şoreşê" xwend. Piştî rêzgirtinê ciwanekî rûpoş li ser navê HPG’ê axivî û wiha got: "Em gelê Nisêbînê silav dikin. Me li Şemzînan, Çelê, Amanosê û Derya Reş di şexsê Rêber Apo de têkoşîna şer daye destpêkirin. Ev ne têkoşîna ji rêzê ye. Ev têkoşîn ji bo azadiya gelê Kurde. Ji bo azadiya gelê Kurd me şerê şoreşê da destpêkirin. Zarokên Kurd ji bo azadiya xwe li çiyayên azad şer dikin. Gêrîlayên Kurdistanê û ewladê pekrewanê Kurdistanê bi ser qereqolê dijmin de digirin. Li ser axa Kurdistanê dê têkoşina Rêber Apo bi ser bikeve."

‘SÎSTEM XETIMIYE Û LEŞKER NIKARIN JI QEREQOLAN DERKEVIN’

Ciwanê li ser navê HPG’ê axivî anî ziman ku, êdî sîstema dewletê xetimiye û leşker nikarin ji qereqolê derkevin. Divê êdî gelê Kurd bêtir li berxwedanê, rêberê xwe û şehîdên xwe xwedî derkevin. Divê em zarokên xwe neşînin dibistan û leşkeriyê. Heta niha em çawa li şehîdê xwe xwedî derketin, niha jî em bi 10 hezaran li şehîdê xwe xwedî derdikevin. Gelê kurd dê bi ruhê şoreşê li rêberê xwe û têkoşînê xwedî derkeve."

Piştî axaftinê bi hezaran kesan bi slogana "Şehîd namirin" û tilîliyan heta kolana navendî ya Nisêbînê meş pêk anî. Di meşê de polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîşî girseyê kir. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv da polîsan.