Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Îsa Kaya (Aram Bêwar) yê ku li navçeya Elkê jiyana xwe ji dest da li navçeya Erxaniyê bi girseyî hate definkirin.
Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Îsa Kaya (Aram Bêwar) yê ku di êrîşa li dijî Girê Bayrak yê parazvaniya Fermandariya Tugaya Cendirmeyan a Elkê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve duh ji Morgan Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û anîn navçeya Erxaniyê ya Amedê.
Cenazeyê gêrîla Aram di ketina Erxaniyê de Alîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê Ahmet Gezen, Şaredarê Erxaniyê Fesîh Yalçin, MEYA-DER û gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Karwana cenaze pişt re ber bi gundê Hecieyûbê ve derxistin rê û bi sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vire" û "Şehîd namirin" anîn mala apê wî. Pişt re darbesta gêrîla Aram ya bi alên HPG'ê hate girêdan, birin Goristana gund. Piştî wecîbeyên olî gêrîla Aram bi tîlîlî û çepikan hate definkirin.
Piştî karên definê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Erxaniyê Mehmet Yergîn axivî û diyar kir ku, hikûmeta AKP'ê li hemberî gelê Kurd qirkirinekê pêk tîne û wiha got: "Em şer naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Riya aştiyê ji Îmraliyê re derbaz dibe." Alîkarê Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê Ahmet Gezen jî wiha got: "Me ji vê têkoşînê re tenê zarokekî xwe na bi hezaran ciwanên xwe dan. Li gel vê yekê me dest ji doza xwe berneda. Gelê Kurd teqeze dest ji doza xwe bernade û tawîzan nade."
Malbata gêrîla Arama jî diyar kir ku, ew dest ji doza xwe bernadin û aştiyê dixwazin. Piştî axaftinan girseyê konê şînê ziyaret kirin.