Rêxistina BDP'ê ya Amedê gêrîlayên HPG'ê Metîn Kar û Egîd Altan ên li taxa Huzurevlerî ya Peyasa Amedê ji aliyê polîsan ve hatin înfazkirin, bi merasimekê bibîr anîn.
Di 31'ê Kanûna 2011'an de timên taybet serê sibê şeveqê li taxa Huzurevlerî ya Peyasa Amedê di ser malekê de girtibûn. Di serdegirtinê de gêrîlayê HPG'ê Egîd Altan (Navdar Dûrdane) û Metin Kar (Xebat Rodî) ji aliyê tîmên taybet ve li malê hatin înfazkirin. Biboneya salvegera înfaza gêrîla Kar û Altan li mala sersaxiyê ya Mizgeftê merasima bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de endam û rêveberên BDP'a Amedê, malbata gêrîla Egîd Altan û Metin Kar amade bûn.