Tevî ku ceyran û av li ser Serêkaniyê hatine birî, gel piştî rawestandina şer bi hefteyekê vedigerin malên xwe.
Gelê Serêkaniyê hêdî hêdî vedigerin malên xwe. Her wiha kolanên Serêkaniyê tevgerek balkêş tê temaşekirin, gel li bazara bajêr digerin hin kesên ku li kolanan firotinê dikin hene. Ji aliyekî din de gel ji bo vegerê malên xwe ji bandorên şer paqij dikin
Li Serêkaniyê nan bi zehmetî tê peydakirin, ji ber firneya bajêr hîn ne xebitye. Endamên meclisa gel a Serêkaniyê nanê ku ji Amûdê û Dirbêsiyê tê şandin li gel belav dike û niha hewcedariyên nan têra gel tê şandin, cerên xazê jî mina na li gor derfetan li gel tên belavkirin.