Gelê Serêkaniya Rihayê li hemberî çeteyan rabûn ser piyan

Gelê Serêkaniya Rihayê li hemberî çeteyan rabûn ser piyan

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê welatiyên navçeyê li hemberî êrîşên çeteyan û dermankirina birîndarên çeteyan ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê meş pêk anîn.

Welatiyên ku dermankirina birîndarên li nexweşxaneya Serêkaniyê şermezar kirin meşek lidarxistin û sloganên "Bijî berxwedana YPG" qîr kirin.

Li Serêkaniyê binxetê ji 16'ê Çileyê heta niha di navbera komên çeteyên çekdar yên bipiştgiriya dewleta Tirk û YPG'ê de şer heye. Komên çeteyên ku li Serêkaniya Rihayê bi destê dewleta Tirk têne perwerdekirin û derbazî bin xetê dibin diçin li wir êrîşî welatiyên sivîl û YPG'ê dikin. Endamên komên çeteyan ên birîndar dibin bi ambûlansan tînin nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya Rihayê derman dikin.

Di pevçûnan û êrîşên komên çede de li Serêkaniya Rihayê heta niha 3 kes birîndar bûn. Îro jî ciwanê 16 salî Casim Erdemir bi guleya endamên çeteyan birîndar bûn. Dermankirina birîndarên çeteyan ên li Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê bû sedema bertekên welatiyan. Bi sedan welatiyên ku li ber Qonaxa hikûmetê kom bûn heta Nexweşxaneya Dewletê ya Sekêkaniyê meşiyan. Komê di meşê de bê navber sloganên "Bijî berxwedana YPG'ê" qîr kirin.

Girseya ku heta nexweşxaneyê meşiyan bê navber di lehê PKK'ê ê û YPG'ê de slogan qîr kirin.

Welatiyan diyar kirin ku, êdî malê wan kargeriyên wan tên gulebarandin û ewlehiya wan tune ye. Welatiyan anîn ziman ku, ji ber ew êdî nikarin ji malên xwe derkevin û ewlehiya wan tune ye.

Di meşê de polîsan tedbîrên mezin girtin û bi maşîneyên zirxî û TOMA li ber nexweşxaneyê rawestiyan.