Li Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran kes daketin kolanan û got, "YPG vîna me ya azad e". Di axaftinên ku di meşan hatin kirin de, bal hat kişandin ku li Suriyeyê hemû hêz bang li hêzên derve dikin da ku wan rizgar bike, lê gelê kurd YPG'ê wekî vîna xwe dibîne û bi saya siyasetek rast û parastinek xurt vîna xwe nîşan dide.
Li Rojavayê Kurdistanê ku her hefteyê roja înê di bin navê "Meşên Înê" de meş tên lidarxistin û li ser mijarekê tê rawestîn, vê hefteyê jî, ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) meş hatin lidarxistin. Li bajarên wekî Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê û Kobanê bi dirûşma "YPG vîna me ya azad" meş hatin lidarxistin. Di meşên ku bi deh hezaran kes beşdar bûn de, girêdana bi YPG'ê re hate nîşandan.
LI QAMIŞLO HEZARAN KES MEŞIYAN
Yek ji meşên herî bi girseyî li bajarê Qamişloyê bû. Meş li ber Mizgefta Qasimo destpê kir. Di meşa ku bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda "Ey reqîp" destpê kir de; pankartên wekî, "Ji sînor heta sînor YPG parastina hebûnê dike", "YPG parazvanê civaka demokratîk e", "Heke em mirin ji axê re ne, heke man em ên YPG'ê ne", "Ji Efrînê heta Dêrîkê YPG di dilê me de ye" hatin vekirin. Di meşê de her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG'ê hatin vekirin û dirûşmên wekî, "YPG", "Bi can bixwîn em bi te re ne ey Serok" hatin avêtin. Di meşê de yek ji tiştên balkêş jî, zêdebûna jin û ciwanan bû. Di meşê de kuştina Endamê Meclîsa Niştimanî Mehmut Walî Ebû Candî jî hate şermezarkirin.
'HÊZÊN TARÎ HEZM NAKIN'
Meşê di ser Cadeya Munîr Hebîp re heta Suka Debax dom kir û bi axaftina li vir hate kirin bidawî bû. Piştî meşê li Suka Debax Endamê Desteya Birêvebir a TEV-DEM û Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl axaftinek kir. Aldar Xelîl, destnîşan kir ku hêzên xêrnexwaz êrîşên xwe didomînin, lewre jî divê gelê kurd bi hevre helwesta xwe nîşan bide. Xelîl, diyar kir ku tevgera wan bi siyasetek rast Rojavayê Kurdistanê li derveyî pevçûnan hiştiye, herwiha ji bo yekîtiya kurdan pêngavên girîng avêtine, di encama vê yekê de jî rewşek aramî pêk hatiye, lewre jî hêzên tarî ev yek hezim nekiriye.
'EV HEWLDAN ENCAMÊ NAGIRIN
Xelîl, bal kişand ku şevêdin jî li Serêkaniyê Endamê Meclîsa Niştimanî Mehmut Walî Ebû Candî di encama yek ji van êrîşan daye hatiye qetilkirin û wiha dom kir: "Ev hewldan encamê nagirin. Siyaseta me, parastina me destûrê nade vê yekê. Emê nîşanî hemû kesî bidin ku kurd ne kurdên berê ne. Desteya Bilind a Kurd xebatên xwe didomîne. Em di yek nêrînê ne de ne ku serkeftinê bidest bixin. Bila hemû kes zanibin ku emê azadiya xwe bidest bixin. Gelê li vir kom bûyî jî vê yekê nîşan dide."
'GELÊ KURD VÎNA XWE NÎŞAN DA'
Aldar Xelîl, anî ziman ku tevgera wan siyaseta rast meşandiye, di encama vê yekê de bûne xwedî hêz û wiha axivî, "Hemû kes dizane ku yên bandorê li ser siyaseta herêmê dike kurd in. Em civakê temsîl dikin. Hêzên din hemû hawara xwe digihînin hêzên derve ku wan rizgar bikin, lê gelê me YPG wekî vîna xwe nîşan da. Ji vê yekê bi rûmet tir tiştek nîn e. Pêdiviya me bi tu kesî nîn e".
Xelîl, di dawiya axaftina xwe de, bang li derdorên ku dibêjin "hun di nava şoreşê de ne an na" kir û got, "Şoreş em in, heke hun dixwazin werin tevlî şoreşê bibin. Çi fedakarî hebe, emê ji niha û pê de jî bikin."
Piştî axaftinê çalakî bidawî bû.