Li bajarê Tirbespiyê qetilkirina damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransayê Parîsê pêk hat bi meşeke girseyî şermezar kirin. Di meşê de Endamê Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xebat Dêrik hate bibîranîn.
Li bajarê Tirbesipiyê Kurdistanî di meşa bi navê Îna Şehîd Xebat Dêrik de qetilkirin damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsa paytexta Fransayê şermezar kirin.
Meş ji meydana Şehîd Luqman di navenda bajêr de bi deqeyek rêzgirtinê ji bo sê jinên kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin dest pê kir. Meşvanên ku wêneyên damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Xebat Dêrik û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan vekiribûn li piranî kolanên Tirbespiyê geriyan. Meşvanan bi siloganên ku qetilkirina jinên Kurd li Fransayê şermezar kirin û dilsoziya xwe bi şehîdan re qîriyan. Her wiha di meşê de siloganên ku derxwedana Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan destek dikin hatin gotin.
Di dawiya meşê de Seroka Meclisa Jinan Narîn Ehmed axivî û qetilkirina jinên kurd li Fransayê şermezar kir û diyar kir ku pîlanên li dijî gelê kurd ne nûne lê beriya neha dijminên kurda li himber kurdan pîlanên bi qirêj li dar xistine. Ehmed diyar kir ku gelê kurd li himber pîlangera ewê bêtir yekîtiya xwe bi hêz bike û xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin. Ehmed di dawiya axaftina xwe de Endamê desteya Rêvebir a TEV-DEM'ê Xebat Dêrik ku bi destê xiyanetê hate qetilkirin bi bîranî.
Tê payin ku sibe li bajarên Hesekê û Dêrikê jinên kurd bi rêxistinkirina Yekîtiya Star ji bo şermezarkirina qetilkirina damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransayê Parîsê, bi meşên girseyî şermezar bikin.