Li Rojavayê Kurdistanê "Meşên Înê" vê hefteyê ji bo zimanê dayikê hatin lidarxistin. Bi deh hezaran kesên daketin kolanan gotin, "Bê ziman jiyan nabe" û peyama "Pêşxistina zimanê kurdî serkeftina xweseriya demokratîk e" da.
Li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya "Meşa Înê" ku her hefteyê têne lidarxistin û li ser mijarekê tê rawestîn de, bi deh hezaran kes vê carê ji bo zimanê dayikê meşiyan. Bi deh hezaran kesên li bajarên Qamişlo, Amudê, Serêkaniyê, Dêrikê, Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Kobanê di bin diruşmeya "Kurdî zimanê me yê fermî ye" de daketin kolanan, bi yek dengî gotin, "Bê ziman jiyan nabe" û xwestin ku hemû kes zarokên xwe bişînin dibistanên kurdî.
QAMIŞLOYÎ ZAROK Û MEZIN DAKETIN KOLANAN
Yek ji meşên herî bi girseyî li bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Meş li ber Mizgefta Qasimo bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina sirûda "Ey Reqîp" dest pê kir. Di meşa ku ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve hate organîzekirin de, rêveberên PYD, meclîsên taxan û saziyên civakî jî cihê xwe girtin. Di meşê de pankartên wekî, "Ziman beden e bedena xwe biparêz e", "Pêşxistina zimanê kurdî serkeftina xweseriya demokratîk e", "Ziman hebûna me ye" hatin vekirin û dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe", "Bijî serok Apo" hatin berzkirin.
ŞAGIRT Û MAMOSTE LI PÊŞ BÛN
Di meşa ku zarok, jin, ciwan û pîr ji hemû beşên civakê welatî tevlî bûn de, şagirtên zimanê kurdî yên ku di destê wan de dowîzên daxwazên wan tînin ziman hebûn û mamosteyan di refên pêşîn de cihê xwe girtin.
Meşvan di ser cadeyên Amudê û Hîzamê re derbas bûn û li ser Cadeya Munîr Hebîp bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bidawî kir. Piştî meşê li ser navê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Medya Mihemed axivî û diyar kir ku ziman hebûn û rûmeta gelan e. Mihemed, destnîşan kir ku heta niha li ser ziman û çanda wan pêkutiyên gelekî zêde hebûn, dijminên wan nehiştine ku bi zimanê xwe bi axivin û binivîsin, lewre divê hemû kes li zimanê xwe xwedî derkeve. Mihemed, bang li hemû kesî kir ku tevlî perwerdeyên zimanê kurdî bibin û zarokên xwe bişînin dibistanên kurdî.
Piştî axaftinê çalakî bidawî bû.