Li herêma Qendîlê ji bo şermezarkirina komkujiya 3 siyasetmedarên jin ên Kurd îro meşek hate li darxistin. Meşa ku ji aliyê RJAK û Hemwelatiyên Azad ve hati organizekirin bi sedan kes başdar bûn.
Li herêma Qendîlê bi armanca şermezarkirina komkujiya 3 siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez îro li gundê Bûkrûska meşek hate li darxistin. Meşa ku ji aliyê Rêxistina Jinên Azadixwazên Kurdistan (RJAK) û Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev ve hatî li darxistin bi sedan şêniyên gundê Bûbrûska beşdarî meşê bû. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û alên KCK’ê, PKKê, KJB’ê hatin bilind kirin û dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Fransa Wê Hesap Bide’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bê navber hatin berzkirin.
Piştî meş bi dawî bû daxuyaniya çapemeniyê ya ku bi armanca şermezarkirina qetilkirina sê siyasetmedarên jin yên Kurd hatibû amadekirin, ji aliyê Bêrîvan Şaho ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komkujiya li Parîsê pêk hatî bi alikariya dewletên navnetewî pêk hatiye û bi awayek ji derveyî pînavên mirovahîyê hatine qetilkirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Şehîd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbin) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ji bo gelê Kurd û azadiyê jinê bi awayek fedekarî têkoşiyan. Gelê Qendîl şahidê fedekarî û têkoşîna wan e. Ji bo vê jî pêwîste dewleta Fransa kujerên van rêhevalên me aşkere bike.Ger ronî nebe em wek gelê Qendîlê tişta pêwîst bikin. Em wek gelê Qendîl vê komkujiya hovane ji bîr nakîn.” Her wiha gelê gundê Bûkrûska da diyar kirin ku ev komkujî di kesayeta her sê rêhevalan de li dijî gelê Kurd û pêvajoya aştiyê hatiye kirin û destnîşan kir kû ewê têkoşîna xwe ji hemû deman zêdetir bikin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê endamê meclisa şaredariya Qendilê Şêx Mihemed Bestê axivî û di herî dawî de jî Mam Marûf axivî. Di dawiya axaftina xwe de helbesta ku bixwe nivîsî ji girseyê re xwend.
Piştî axaftina Mam Marûf girse bi berzkirina dirûşmeyan ji cihê çalakiyê belav bû.