Gelê Dirbesiyê ji ber nebûna sotemenî serî li rêbazên kevin dide

Gelê Dirbesiyê ji ber nebûna sotemenî serî li rêbazên kevin dide

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşên nebûna sotemeniyê gel neçar dibe ku li rêbazên kevin vegere û bi vî awayî hewl dide ku pêwîstiyên xwe yên jiyanî pêk bîne.

Li bajarê Dirbêsiyê ji ber birîna ceyranê dînemoyên ku avê derdixin hatine rawestandin, ji ber ku dînemo rawestiyane av nema ji welatiya re diçe. Ji ber wê gel neçar dibe ku berê xwe bide rêbazên kevin da ku ava vexwzrinê peyda bike.

Derbarê mijarê de welatiyê Kurd Elî Berazî ku li Dirbêsiyê dijî, bîrek bi destan li taxa Şehîd Ebdulrehman Dêrik kola û dewl li ser siwar kir. Hemû şêniyên taxê berê xwe didin wê bîrî û ava vexwarinê jê derdixin.

Xalid Cewzatî ku li taxa Şehşd Ebdulrehman rûdunê pir kêfxweşiya xwe nîşan da ku niha ew ava vexwarinê bi hêsanî peyda dikin.