Gelê Dirbêsiyê êrîşên Tirkiyeyê şermezar kir
Gelê Dirbêsiyê bomberdûmana dewleta Tirk a li dijî Şehba û Efrînê dike, şermezar kir. Di çalakiyê de li dijî dagirkeriya Tirk banga berxwedanê hat kirin.
Gelê Dirbêsiyê bomberdûmana dewleta Tirk a li dijî Şehba û Efrînê dike, şermezar kir. Di çalakiyê de li dijî dagirkeriya Tirk banga berxwedanê hat kirin.
Herêmên ku Hêzên Şoreşger ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, ji duh bi şev û vir ve bi balafirên şer û obusên Tirk tên bombekirin. Ji ber vê êrîşê 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Şêniyên bajarê Dirbasiyê ji bo êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin, li ber navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava (YRC) li hev civiyan.
Girseya gel ji vir dest bi meşê kir û li nava kolanên bajêr meşiya. Çalakgeran dirûşmên li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û kiryarên Erdogan û hikûmeta wî qîriyan.
Meş li sûka bajar veghustî mîtingekê. Li vir Meclîsa Gel a Dirbasiyê daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî ji aliyê mamosteyê zimanê Kurdî Fehed Eyup ve hat xwandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker xwe li hember serketinên QSD û YPG`ê û destketiyên ku li bakûrê Sûriyeyê ranagire, êrîşî herêma Şehbayê dike. Kiryarên dewleta Tirkiyê ji kiryarên DAIŞ'ê ne cuda ye. Her du alî êrîşî sivîlan dikin. Em wekî şêniyên Dirbêsiyê bang li raya giştî dikin ku zextê li Tirkiyeyê bike da ku êrîşên xwe yên li ser herêmên me rawestîne."
Di mîtingê de her wiha Hevseroka Meclîsa TEV-DEM'ê li Kantona Cizîrê Edalet Omer axivî û destnîşan kir ku Tirkiyê di rewşeke pir qels de ye û nikare projeyên xwe yên li Sûriyeyê bi ser bixe, lewma êrîşî herêma Şehabayê dike.
Edalet Omer da zanîn ku wê gelê Bakurê Sûriyeyê heta herêma Şehbayê rizgara bike wê her li ber xwe bide.
Mîting bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Şehbayê, Kantona Efrînê" û "Bijî şoreşa Rojava" bi dawî bû.