Komek xelkê Elkê ji bo cenazeyên 7 gerîlayên HPG'ê yên di operasyona piştî şerê 2'ê Îlonê de li Çiyayê Kato û Marinosê pêk hat wergirin ligel topbaran û gulebaranê hilkişiyan serê Çiyayê Katoyê.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê di 2'ê Îlonê de gerîlayên HPG'ê ji çar aliyan de li dijî avahiyên leşkerî, polîs û dewletê yên fermî êrîşa bi roket pêk anîbû. Di şerê 2'ê Îlonê de herî kêm 54 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Avahiyên fermi yên dewletê ku bi guleyan bûn wekî moxilê. Piştî çalakiya HPG'ê herêm bê navber ji aliyê helîkopterên kobra û balafirên şer ên F-16 ve tên bombekirin. Pişti şerê 2'ê Îlonê heta niha şer û operasyon didomin.
Di operasyonên li Çiyayê Kato, Laleşîn û Marînosê hate gotin ku 7 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane. Komek welatiyên Elkê ji bo cenazeyên gerîlayan werbigirin li gel astengiyên leşkeran derketin çiyayê Kato û zozanên Laleşê.