Gel diherike Um Hoş ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombekirin

Şêniyên Efrîn û Şehbayê, ji bo êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin, ber bi gundê Um Hoş ve dimeşin.

Ji duh bi şev û vir ve gundê Um Hoş ê herêma Şehbayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê bombekirin. Şêniyên Efrîn û Şehbayê berê xwe dan vî gundî.

Piştî ku şênî bigihêjin gund, tê payîn li dijî topbaran û bombebaran balafirên artêşa Tirk, çalakiyeke protestoyî were lidarxistin.

Gundên Um Hoş, Um Qura, El-Hesiye, Bendava Şehbayê yên girêdayî herêmên Şehbayê, gundên Meydan Ikbis, Mele Xelîl, Hemam, Dêr Belût û navenda navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê, bûn hedefa topbarana artêşa Tirk.