Em li Roboskê, li cihê komkujiya ku bi bombebarandina F-16’ên dewleta Tirk 34 gundiyên kurd jiyana xwe ji dest dan, gav bi gav geriyan. Li Roboskê û Bêcû, em bi gundiyan re axivîn ku mirinê tînin ber çavên xwe û diçin Başûrê Kurdistanê li wan deran çayê, şekir, ard, mazot û çixarê tînin û bi firotina wan debara xwe dikin.
Qeçaxiya ku li herêmê yekane rêya debarê ye leşker jî dizanin. Leşkerên ku li serê çiyayên rêgeha me ne ne bi dûrbînê bi çavên xwe bi xwe komên qaçaxçiyan dibînin. Qeçaxçitiya ku mirinê jî tînin ber çavan tê kirin, li deverên nêzî sînor ne li derveyî zanîna dewletê tê kirin.
Li sînor, rêya ku 34 gundî bi bomberandinê hatin kuştin em dişopînin. Hestû, kurtan, galonên mazotê ku ji bombebarana sala çûyî mabûn hê jî li cihê xwe bûn. Em rastî li gundiyên ku di wê komkujiyê de birayê xwe, bavê xwe ji dest dayin hatin, rastî li zarokê hê 13 salî.
Tenê armanceke wan heye; ew jî ew e ku bi firotina mazot, şekir, çixare û hwd. 70-100 TL’yî bi dest bixin. Carinan heftiyê carekê û carinan jî mehê carekê vî karî dikin.
Dema sînor derbas dikin û bi tiştên ‘’qeçax’’ ku ji Başûrê Kurdistanê kirîn, vedigerin, em bi wan re ne. û dipirsin; hûn wan hatin û we dît. Hûn dibînin ku çi bi me re ne. Em eroîn, esrar, sîlehan hildigirin? Derdê me ew e ku em debara zarok û malbata xwe bikin. Em nanê xwe peyda bikin. Em ditirsin lê em mecbûr in.’’
Ji ber sînorên ku derveyî xwesteka wan hatiye danîn û ji ber sedema şertên xwezayî ji bo ku bikaribin debara xwe bikin neçar in ku sînor derbas bikin û bi firotina çay, şekir, ard, mazot, çixare û hwd jiyana xwe bidomînin. Me rêgeha ku 34 kes lê hatine kuştin şopand bi komên qeçaxçî re. Hemû jî gundên Roboskê, Ortakoyê, Gulyaziyê bi qantirên xwe hatibûn. Di nav wan de zarokên 13 salî jî hene. Ên ku di komkujiyê de birayê xwe, bavê xwe ji dest dayin jî.
Beşek ji rê rehet e. Bi hêstiran em bi tê dikevin. Di sateen pêş de dema ku em digihin cihê kaşik her dever bi berf e. Qantir jî bi zorê diçin. Li kaşên jorîn herêmên cihên leşkeran xuya dikin. Bi çavan em dikarin wan bibînin û ew jî me.
Qaçaxçî bi koman rêwitiya xwe dikin. Di navbera her komê de 200-300 metro hene. Di dema rêwitiyê de dema ku me ji wan re got; ‘’leşker me dibînin, hûn çawa dikarin derbas bini?’’ wan jî bi rehetî got; ‘’Leşker me dibînin. Dizanin ku em qeçaxçî ne û ji wir mazot, şekir û hwd tînin. Ev qeçaxtî ji roja damezirîna komara tirk ve û heya niha tê kirin. Ji Agiriyê bigire heya bi sînorê Hetayê wilo ye. Loma tiştekî di yên ku bikaribin pê debara xwe bikin nine. Kar nîne. Em neçar in ku bijîn. Ji bo em bijîn jî rê tenê ev e. Em mecbûr in’’
Di nav şertên dijwar û cetin de bi gundiyan re dimeşin. Em sînorê 15 km yî yê ku sînorên Tirkî û Başûrê Kurdistanê diyar dike, dibihurin. Li nêzîkî 2o km yî kurtan û hestûyên qantirên mirî xuta dibin. Êrîşa hewayî yak u 28-12-2011’an hatî kirin tam li vir çêbû. Yanî tam li ser sînor.
‘’Êrîşa hewayî ya pêşî li vir û ya duyê jî tam li vê niqtê pêk hat. 18 mirovên me li vir hatin kuştin’’ dibêje yek ji gundiyan. Di vê komkujiyê de birayê wî Seyitxan hatiye kuştin. ‘’ bi berdewamî dibêje; ‘’Jiyana me ev e, li vanên bi me re binêrin, hemû gundî û pismamê me ne. Karê ku em dikin tenê ev e. Ne karxaneyek heye, ne ji bo ku ajalan xwedî bikin cihek. Derfetên me nînin, di destê me de tenê ev heye, ev karê ku em dikin jî di bin kontrola dewletê de ye. Li cihê ku em hatin we jî dît ku leşker li serê wan kaşan in. 34 mirovên me bi balafiran kuştin. Heya ku em sax bin em ê li heqê xwe bigerin.’’
Em bi gundiyekî dî re diaxivin. 60 salî ye. ‘’ Kar heye û em naxebitin? Zevî hene û me neçandiye? Ajal hene û me xwedî nekirine? Ji komarê û vir ve dewletê çi kiriye? Bavê min jî, kalikê min jî qaçaxçîtî dikir. Ez jî dikim, em mecbûr in, loma rêyeke dî ya ku em bikaribin pê debara xwe bikin nîne. Yan em ê ji birçîna bimirin, yan em ê ji vir biçin yan jî em ê mirinê bînin ber çavên xwe û vî karî bikin. Ez ê ji pêşber mazotê bînim, pereyê ku ez bi dest bixim 100 tl ye. Ez li malbateke 10 kesî dinêrim. Xwendekarê me hene, nexweşên me hene. Ez ji we dipirsim ka em çi bikin? Heftiyê carekê yan jî sere 10 rojan carekê em diçin û tên. Me jî dixwest jiyaneke normal bijîn, bixebitin. Lê mixabin nîne. 34 kes mirin. Em eynî rêyê dişopînin. Ma me hiş avêtiye. Em evqas risk û mirinê tînin ber çavan û vî karî dikin. Hûn li vir bûna we yê jî ev kar bikirina!’’
Gundî dibêjin carcaran leşker guleyên hişyarîdayinê berdidin lê leşker jî nikarin pêşî li vê bigirin.
Em ji yek kesê ku ji Roboskê sax filitî dipirsin. Ew di nav koma li nav xakên Başûrê Kurdistanê de bûn ku êrîşa pêşî ya hewayî bi ser de hatibû. ‘’Pêşî dengê balafirê hat, piştre dengê bilind ê teqînê. Cihê ku em lê weke gadoşeke bi çiyayan dorpêçayî bû. Piştî fûzeyan min hew xwe dît. Bi bandora dewisîna wê ez firiyam nav berfê. Nêzîkî 20 deqeyan ez bi ser hişê xwe ve nehatim. Qantir, mirov giş parçeparçe bûbûn. Organên mirov û qantiran tevî hev bûbûn. Ez ne birîndar bûm. Li hêlekê ez digiriyam û li hêlekê jî min digot ka ez çi bikim. Bi meşê ez çûm heya jora kaş. Li wir telefon dişuxulîn. Li gund geriyam. Min got em hatin bomberankirin, her kes mir. Ji min bawer nekirin, gotin; ‘’leşkeran guleyên hişyarîdayinê avêtine, nenepixîne’’. Min alîkarî xwest lê gundiyan ji min bawer nekirin. Piştî bi 20 deqeyên din koma li pêşiya min tam li ser sînorê hatin kuştin. Ji komkujiyê em 3 kes sax filitîn. Pêşî tam li ser sînor leşker bi cih kiribûm, pêşiya koma pêşîn birîbûn. Hevalên di koma pêşî de jî gotine; ‘’leşkeran ji ber hişyarîdayinê pêşî li me birîne, kêliyeke din wê vekişin.’’ Û demekê rawestiyane. Piştre dema ku leşker vekişayan e, pêşî koma li paş hate bomberan kirin. Piştre bi ser koma pêşîn de bombe barandin.’’
Û bi berdewamî; ‘’Li ser heman rêyê heyvê carinan du caran diçim qaçaxiyê. Şekalên hevalên ku mirin, bermahiyên qantiran, kurtan, galonên mazotê hê li cihê xwe ne. Ma ev karê êqil e. Min komkujî dît lê dîsa jî diçime mirinê. Ji bo 100 Tl yî. Hûn bibêjin çi ye çareseriyê vê. Hûn biçin mirin heye lê ku hûn neçin ji birçîna em ê bimirin. Tiştekî dî ji destê min nayê. Ne karxaneye heye, ne kar. Em çi bikin de hûn bibêjin.’’
Em Mûradê 15 sarî re dipeyivin ku ew jî hatiye qaçaxiyê . Ev salek e vî karî dike. Yanî piştî komkujiya Roboskê dest bi vî karî kiriye. Dibêje; ‘’Ez li 9 kesan dinêrim. Bavê min ti karî nake. Debara malê ez dikim. Ji malbata me kes nemir lê gelek nasên me mirin. Kirina vî karî pir dijwar e lê wekî dî ti rêya me nine. Xwendekar im. Diçima pola 6ê. Em ji bo kêfê nayên vir. Pir sar e, em dikin ku biqufilin carinan. Em haziriyan dikin û tên. Heke li malên me xwarin û vexwarin hebûya em ê çima bihatana. Ev jî şerma dewletê ye. Hemû milet hewceyî vir kirine.’’
Bi rê de em Serkan re diaxivin. Hê 16 salî ye. Di komkujiyê de 9 nasên wî hatin kuştin. ‘’Dema ku têne ser sînor bûyera ku rûdayî tê ber çavê me. Em hem ditirsin û hêj jî xemgîn dibin. Ji bo ku eynî tişt bi serê me neyê ez ditirsim, loma ez neçar im ku vî karî bikim, tiştekî dî nîne’’
Em bi yekî re diaxivin ku ev 15 sal in vî karî dike. Ji 14 saliya xwe dest bi qaçaxiyê kiriye. Apê wî di teqîna mayinê li ser sînor miriye. Di komkujiyê de du birayên wî yên bi navê Orhan(13), Zeydan(16) hatine kuştin. Ên ku diçine qaçaxiyê bi piranî nasên cerdevana ne, dibêjin ji bo ku bijîn vî karî dikin. Hatina wan a mehane 400-500 Tl ye.
Dibêje ku ew ji dewletê hêvî dikin ji wan re qadê kar vekin û bi berdewamî; ‘’Ku karê me hebe em jiyana xwe naxin talokeyê. Em ditirsin ku em ê pê li mayinan bikin, leşker wê me bikujin, wê bi balafiran me bikujin. Em ne bi kêfxweşî têne vir, rewşa me zehmet e. Ji bo 100-200 TLyî em jiyana xwe dixin talokeyê. Ji bo zarokên xwe. Li vir ajalkarî nine, febrîqe nîne. Hûn li vir bijîn hûn ê çi bikin?’’
Qeçaxçiyê ku ji êrîşa hewayî ya 1999ê bi zorê xwe rizgar kirî wiha dibêje; ‘’Di 1999’ê de jî eynî tişt bi serê me hat. Dîsa komeke qaçaxçiyan ji hêla din a sînor bi pêş diket. Ji bo bomberanê bike helîkoptera kobrayê rabûye. Li alaya Gulyaziyê geriyane, fermandariya Bêcuhê jî li muxtêr geriyaye. Piştî ku muxtêr got ew zarokên me ne dev ji bombebarandinê berdane lê vê carê tiştekî cihê çêbû.Ji Komara Tirk me tiştekî wilo hîç hêvî nedikir. Çi sûcê zarokekî 13 salî heye. Ji bo pêdiviyên xwe yên dibistanê çûbû,wekî dî ti armanca wî nîn bû.’’
Piştî rêwitiya nêzî bi 5 saetan bi qaçaxçiyan re dîsa em ji heman rêyê vedigerin. Firaxên ku ji aliyê dî yê sînor stendin li qantiran bar dikin. Di rêya vegerê de em ji cihê komkujiyê derbas dibin. Şekalên kesên kuştî, parçeyên bataniyan, hestûyên qantirên mirî, simên wan, kurtanên wan hê li wir in.
Beriya ku tarî bikeve erdê bi qaçaxçiyên ku ji 3 gundên cihê hatin em dikevin sînorên Tirkiyê. Leşkeran çawa ku çûyina me dişopandin niha jî hatina me dişopandin.