Gabar Dêrsim ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Huseyîn Tutuman (Gabar Dêrsim) ku li Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû li Dêrsimê bi tevlîbûna bi hezaran kesî hate definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Huseyîn Tutuman (Gabar Dêrsim) ku li Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû li Dêrsimê bi tevlîbûna bi hezaran kesî hate definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Huseyîn Tutuman (Gabar Dêrsim) ku li Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû piştî karên otopsiyê anîn Dêrsimê û li gundê Xosorê hate definkirin. Cenaze bi konvoyê anîn Dêrsimê û li vir bi hezaran kes ve bi berzkirina dirûşmên; “Şehîd Namirin”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” û “Şehîd Gabar nemir e” hat pêşvazîkirin. Li Kuçeyê Hunerê merasîm pêk hat û Namezedên HDP’ê yên Dêrsimê Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn, Hevşaredarên Dêrsimê Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul, Hevseroka rêxistina DBP’ê ya Dêrsimê Melek Dolaz, endamên DEM-GENÇ'ê, DHF, EMEP, ESP, Partîzan û bi hezaran kes tevli merasîmê bûn. Di merasîmê de dirûşmên; “Çerxa şoreşê” rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê Alîcan Onlu axivî û diyar kir ku di şexsê şervanê YPG’ê Tutuman şervanên ku li Kobanê jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û ji malbata Tutuman re sersaxî xwest. Onlu destnîşan kir ku hevkariya hikûmeta AKP’ê û DAIŞ’ê li holê ye û bi rûyê reş polîtîkayên xwe berdevam dike û wiha got: “AKP’ê û çeteyên DAIŞ’ê di navbera xwe tifaq pêk anîne. Êşa me mezin e û berdêla me giran e. Kesên ku li Rojhilata Navîn li ber xwe dide pêşengiyên wan şehîdê me ne. Em polîtîkayên AKP’ê nas dikin. Em ê di 7’ê Hezîranê de ji wan re têkbirinêke mezin bersiv bidin. Ez li hember şehîdên xwe bejna xwe ditewînim û sersaxî ji malbatê re dixwazim.”

Piştî axaftinê girseyî cenazeyê şervanê YPG’ê Tutuman hildan ser milê xwe û bi meşê ber bi Cemxaneyê birin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanê YPG’ê Tutuman hat vekirin, alên PKK, KCK, KJK, YPG, YPJ, YDG-H hatin hilgirtin. Di meşê de pankarta “Rêhevalên rojê nêmir in” hat vekirin û gelek polîsan bi wesayîtên TOMA û wesayîtên zirxî bajar dorpeç kirin. Piştî wecîbeyên olî yên li Cemxaneyê cenaze birin gundê Xosorê û li vir bi kulîlk û dirûşma; "Şehîd namirin" hate definkirin.

...