Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: “Tayyip Erdogan wê careke din tişta bi salane dike, bike û wê bê Kurdistanê û hewl bide gel bixapîne. Divê gelê me helwest nîşanî Erdoganê pehîn li pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin xist û dibêje ‘Pirsgirêka Kurd tune ye, yê ku dibêje pirsgirêka Kurd heye cûdakar û xayin’ in’ bide, neçe pêşwaziya wî û wî protesto bikin.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser hevdîtina muzakereyên roja 28ê Sibatê li Qesra Dolmabahçe ya Stenbolê di navbera Heyeta HDP û wezîrên Hukûmeta AKP’ê û rayedarên dewletê de pêk hat û got ku vê hevdîtinê ji bo demoratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd hêviyek mezin da gelên Kurd û Tirk û got:
“Atmosferek ku nîşan dida ku aşitî nêzîk e derket holê. Her wiha hêvî û bendewariya hevdîtinên bi salan in li Îmraliyê bi Rêber Apo re pêk tên vebiguherin muzakereyan û bidawîbûna şerê bi dehan sal in li Tirkiyeyê berdewam dikin, afirandiye.
ERDOGAN AŞKERE KIR KU WÎ PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ QEBÛL NEKIRIYE
Li aliyekê li Kurdistan û Tirkiyeyê hêviyeke wiha derkete holê, li aliyeke din Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan radibe û dibêje “Ez daxuyaniya li Dolmabahçeyê qebûl nakim, tu eleqeya 10 sernavên muzakereyan ên ku weke mutabeqeta hevpar danîne holê bi demokrasiyê re tune ye, ji bo şopandina muzakereyan heyeta pêwîst jî nayê avakirin” û bi vî awayî nîşan dide ku ew manîfestoya Rêber Apo ya ku di bin çavdêriya dewletê de roja Newrozê ji Îmraliyê derket, qebûl nekiriye. Bi vê daxuyaniyê pehîn li maseyê ku ji bo pêvajoya diyalogê ya ku hukûmet dixwaze ji bo xapandina civakê û berjwendiyên xwe yên siyasî bi kar bîne, hatibû danîn bixe.
Hukûmeta AKPê naxwaze hilbijartin di hewayeke demoratîk, çareserî û aşitiyê de pêk were. Rêber Apo xwest demoratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd bike rojeva Tirkiyeyê, lê Tayyip Erdogan mudaxele dike, vê hewayê têk dibe û hewl dide rageşî, provakasyon û pevçûnan derbixe holê. Daxuyaniya 28ê sibatê û Manîfestoya Newrozê ya Rêber Apo hesabên otorîtebûn û zextan a AKP’ê ser û bin kiriye. Ji ber ku Tayyip Erdogan û hukûmeta AKP’ê îdîa kirin ku mudaxeleya hêzên hundir û derve hene, û ji ber wê jî ji bo rejîma otorîter û hegemonîk dest bi stratejiya xwe ya sereke ya propagandaya xwestina dengên hilbijartinê kiriye. Gotiye gefên hundir û derve hene û bi vî awayî pakêta zextan a bi navê ‘Pakêta Ewlehiya Hundirîn’ kiriye qanûn. Tayyip Erdogan her roj dibêje “gefên hundir û derve hene” û bi vî awayî ji bo rejîma otorîter hewl dide bingeh amade bike.
Tayyip Erdogan di van rojên dawiyê de dibêje “Pirsgirêka Kurd tune ye, behskirina pirsgirêka Kurd cûdakarî û xiyanet e; dewlet tu kesî muxatab nagire û tu mase jî tune ne” û bi van gotinan careke din polîtîka, gotin û pêkanînên pirsgirêka Kurd afirandin û bûn sedema pevçûnan dubare dike.
Pêvajoya çareseriyê neketiye nava danezana hilbijartinê ya AKP’ê; Yalçin Akdogan gotiye danezana hilbijartinê ne tarîfeya xwarinê ye bi vî awayî çareseriya pirsgirêka Kurd biçûk xisitiye; Daxuyaniya Ahmet Davutoglu ya bi awayê ‘beşa têkildarê pêvajoya çareseriyê di rêya weşanxaneyê de winda bûye’, Ev daxuyanî hemû naveroka daxuyaniyên Tayyip Erdogan nîşan didin. Ji ber helwesta Erdogan tu tiştek têkildarê pirsgirêka Kurd tu tiştek nexistine nava danezana xwe ya hilbijartinê; lê piştî ev yek li rastî nerazîbûna raya giştî hat û zanîn ku ev yek wê di hilbijartinê de zirarê bide wan, pêvajoya çareseriyê bi danezana xwe ve pîne kirine.
Weke Heyeta Îmralî ya HDP’ê aşkere kiriye, ji bo çûyin û hatina Îmraliyê ya ji bo pêvajoya mûzakereyan ciheke nû hatiye çêkirin; maseyek taybet hatiye danîn. Ji ber vê jî gotûbêjên derbasbûna muzakereyan li vî cihî hatine kirin û bi vî awayî deklerasyona Dolmabahçeyê hatiye aşkerekirin. Lê Tayyip Erdogan van hemû xebatn red û înkar kiriye. Hukûmetê tu helwestek nîşanî hewldanên Tayyip Erdogan ê ku dawî li pêvajoyê tîne nedaye û weke Tayyip Erdogan ew jî tevlî helwest û gotinên rê li ber zêdebûna rageşî, provakasyon û pevçûnan vedikin, bûne.
DIVÊ POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê BÊNE TEŞHÎRKIRIN, HELWEST BÊ DANÎN Û DI HILBIJARTINÊ DE BÊ DÎTIN
Daxuyanî û zimanê êrîşkar ê ku Erdogan û hukûmet li qadan bi kar tînin, ji niha ve nîşan didin ka wê bernameya wan a piştî hilbijartinê çawa be. Ger AKP bigihêje armanca xwe, an jî HDP di bin bendê de bimîne wê bêjin ‘Me got pirsgirêka Kurd tune ye, muxatab tune ye, mase tune ye, me got HDP çeteya tundiyê ye, gel em pesend (erê) kirin, gel eleqe nîşanî HDP’ê neda’, bi vî awayî wê pirsgirêka Kurd bê wateya pevçûn û neçareserkirinê û wê polîtîkayeke wiha bişopînin. Hilbijartinên 7’ê hezîranê wê di navbera van daxuyanî û polîtîkayên AKP’ ê yên bi vî rengî û polîtîkaya HDP’ê ya ji bo demokratîzekirina Tirkiye û çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê de derbas bibe. Ji ber vê jî divê polîtîkayên Tayyip Erdogan û hukûmeta AKP’ê bên teşhîrkirin, divê helwest bê nîşandan û divê ev helwest di hilbijartinê de jî bê dîtin.
Divê hemû raya giştî ya Tirkiye û gelê Kurd baş bibîne ka kî alîgirê demokratîzebûn û çareseriya pirsgirêka Kurd e û kî dixwaze li ser esasê çaresernekirina pirsgirikê demogojî bike û li pey berjenwendiyên xwe yên siyasî ye.
AKP JI BO HDP’Ê DI BIN BENDA HILBIJARTINÊ DE BIHÊLE HEMÛ LÎSTOKÊN QIRÊJ DIKE
Hukûmeta AKP ji bo HDP’ê di bin benda hilbijartinê de bihêle, hemû gotinên kirêt û polîtîkayên qirêj dimeşîne. Li hemû deverên Kurdistanê leşker bi cih dike û êrîşê gel û ciwanan dikin, bi vî awayî rê li ber provakasyonan vedikin. Di hilbijartinên berê de hewl dida pêvajoya bêçalaktiyê bidomîne, niha jî bi leşker û polîsan provakasyonan dikin, zextê li gel dikin û bi vî awayî dixwazin bandorê li ser encama hilbijartinê bikin. Divê gelê Kurd û raya giştî vê rastiyê bibînin û ewlekariya hilbijartinan zêdetir bikin.”
AKP POLÎTÎKAYÊN XWE YÊN ÊRÎŞKAR DI 1’Ê GULANÊ DE NÎŞAN DA
KCK’ê têkildarê êrîşên polîsan ên li hemberî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê û diyar kir ku bi êrîşên li hemberî çalakiyên 1’ê Gulanê AKPê careke din polîtîkayênx we yên êrîşkar nîşan da û wiha domand: “Li aliyekê êrîşê kesên dixwazin 1’ê Gulanê pîroz bikin dikin, li aliyeke din bûyerên di encama êrîşa polîsan de rû dan diavêjin stûyê hêzên demokrat. Em vê êrîşên li hemberî kedkar û hêzên demokrat ên ku xwestin 1’ê Gulanê pîroz bikin şermezar dikin û di wê baweriyê de ne wê piştevaniya bi ruhê kedkaran a 1’ê Gulanê dawî li van êrîşan bîne.”
KCK’ê têkildarê hatina Erdogan bo Kurdistanê jî got: “Tayyip Erdogan wê careke din tişta bi salane dike, bike û wê bê Kurdistanê û hewl bide gel bixapîne. Divê gelê me helwest nîşanî Erdoganê pehîn li pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin xist û dibêje ‘Pirsgirêka Kurd tune ye, yê ku dibêje pirsgirêka Kurd heye cûdakar û xayin’ in’ bide, neçe pêşwaziya wî û wî protesto bikin.”