Cenazeyê nunera KNK’ê ya Parîsê Fidan Dogan li li navçeya Elbîstanê ya Gurgumê (Mereş) li gel berfa dijwar ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşimên "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin.
Cenazeyên 3 jinên siyasetmedar ên kurd piştî merasima 100 hezar kes tevlî bûn, şandin bajarên wan. Duh cenazeyê Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fidan Dogan li Semsûrê ji aliyê hezaran kesan ve li Semsûrê hat pêşwazîkirin.
Cenazeyê Dogan bi sloganên "Şehîd namirin" birin Cemxaneya Weqfa Çandê ya Hacı Bektaşi Veli Anadolu. Cenazeyê Dogan bi zîmaran ji aliyê jinên elewi ve hat pêşwazîkirin. Jinan heta serê sibê ji bo Fidan li Cemxaenyê nobet girtin.
Îro serê sibê gelek jinên ku cilên reş li xwe kirin hatin Cemxaneyê û cenazeyê Dogan bi slogana "Şehît namirin" danîn ser milê xwe xistin maşîna cenaze. Maşîna cenaze ligel karwana ku ji sedan maşîne pêk dihat ber bi navçeya Elbistanê ve ket rê.
Karwana mezin li ser rê ji aliyê welatî û gundiyan ve bi slogan û nîşanê serkeftinê hat pêşwazîkirin. Welatiyên ku ji navçe û bajarên derdorê hatin Serêgolê konvoy pêşwazî kir. Karwan gihişt Elbîstanê û ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin.
Girseya ku cenaze pêşwazî kir cilê reş li xwe kir û dowîzên "Em hemû Fidan Dogan in" rakirin û sloganên "Em hemû fidan in" "Şehit namirin", "PKK gel e, gel li vir e", "Ey şehît xwîna te li erdê namîne" û "Bijî Serok Apo" qêriyan.
Li gel berfa zêde û hewaya sar bi hezaran kesên ku cilên reş li xwe kirine û di navde parlamenter, şaredar û siyasetmedar jî hene cenaze li Elbîstanê bi ala kesk, sor û zer û posterê mezin ê Fidan Dogan pêşwazî dikin.