Fermandariya Zagros ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û cerdevanên tevlî operasyonên dijî gêrîlayan dibin hişyarkirin. Fermandariya Eyaleta Zagorsê dîsan dubare kir ku, tu eleqeya wan bi kuştina 2 cerdevanên li gundê Şitazinê yê ser bi navçeya Gever ya Colemêrgê re tuneye.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, dewleta Tirk li beramberî çalakiyên di çarçoveya “tevgera şoreşgerî” ya hêzên gêrîlayan di xeta Şemzînan-Gever-Çelê de şaşûmaş bûye, cerdevana dide pêşiya operasyona. Fermandariya Zagrosê bibîrxist ku, gelek cerdevana ev pêkanîn ne pejirandiye û çek berdaye. Lê belê balkişand ser ku, cerdevanên kampa gundê Bayê yê Şemzînanê di operasyonên li dijî gêrîlayan de cih digirin û ew kesimên xwedî vê helwesta dijminane hişyarkirin ku dest ji vê helwestê berdin.
Daxuyaniya li ser Fermandariya Eyaleta Zagorsê wiha ye:
“Hêzên gêrîlayên me di çarçoveya tevgera şoreşgerî ya li ser xeta Şemzînan-Gever-Çelê li dijî artêşa mêtînger ya TC’yê dayî destpê kirin, bi çalakiyên bandor hêza dijmin şaşûmaş bûye. Artêşa Tirk ya mêtînger ku li beramberî gêrîlayên me yên serweriya herêmê xistine bindestê xwe vîna şer nemaye û hêza xwe winda kiriye, artêşa ku di bin fermana desthilatdariya AKP’ê de hewil dide weke herêmên din bipolîtîkaya deverên di sînorê eyaletên me de jî şerê li Kurdistanê hewalî hêzên din bike.
Artêşa Tirk ya mêtînger ji ber di bin hedefên hêzên gêrîlayên me, ewlekariya derve ya herêmên baregeh û qereqolan cerdevana bikartînin, di faliyetên operasyonî de dixwazin bi awayek çalak cih bidin cerdevana. Di ser vî bingehî weke ku li gelek herêma hate dîtin li dijî van zextan, di salên borî de gelek cerdevan ji xeletiyan vegeriyane, şûna tevlî operasyona bibin, îstîfa kirine û tercîha xwe di çekdanînê de aşkera kirine. Li beramberî vê fermandarên artêşa mêtînger ya TC’yê cerdevanên tevlîbûna operasyonan red dikin, bi hincetên cûda tînin qereqolê û bi zorê bi helîkopteran cerdevana dişînin herêmên operasyonê.
Ev nêzîkatiyên ku ji aliyê gel û tevgera me ve erênî tê dîtin, li gel wê artêşa mêtînger ya TC’yê di êrîşên li dijî onûr û şerefa gelê Kurd cerdevanên ku xulamtiyê dikin. Di serî de cerdevanên li kampa gundê Bayê ya Şemzînanê, qismek cerdevan hêjan li gel hêzên mêtînger li dijî gêrîlayên me di şer de israr dikin û tevger dikin.
Li rexmî ku tevgera me gelek caran cerdevan hişyarkirin û di encama hişyariyan de hêzên me cerdevan hedef jî nîşan nedane, hinek derdorên cerdevana yên li dijî gelê Kurd û nirxên wê dijmintiyê dikin hene.
Em carek din van cerdevanên ku li dijî gelê me û tevgera me dijmintiyê dikin hişyar dikin û em carek din di hizûra rayagiştî û gelê me de diyarkirin ku, ji vê rêya qirêj vegerin.”
‘2 CERDEVANÊN ŞITAZINA WELATPARÊZ BÛN, NE MIJARA GOTINÊ YE KU BIBIN HEDEFA ME’
Fermandariya Eyaleta Zagrosê careke din diyarkir ku, tu têkiliya wan bi kuştina 2 cerdevanên li gundê Şitazin yê girêdayî navçeya Gever ya Colemêrgê yên rastî êrîşa çekdarî hatîn ûjiyana xwe ji dest dayîn tuneye.
Di derbarê cerdevanên binavê Seyhan Çorûh û Resûl Çorûh ku di şeva 3’ê Îlonê rastî êrîşa çekdarî hatin û jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek wiha hate dayîn:
“Piştî vê bûyerê di 11’ê Îlona 2011’an weke Fermandariya Eyaleta Zagrosê me di derbarê vê bûyerê de bi raya giştî re parvekiribû. Li rexmî vê daxuyaniya me ev her du mirovên me ji aliyê derdorek ya herêma me ve têne reş kirin û di derbarê wan de propagandayên nerênî têne bilavkirin. Em carek din pêwîstî pê dibînin ku bêjin, ev her du mirovên me yên ku me weke welatparêz didîtin, nemijara gotinê ye ku ji aliyê me ve hedef bêne nîşandan. Em ji raya giştî û gelê xwe re radigehînin.”