Fermandariya QSD’ê payeyên Telal Silo û Elî Heco wek Mîralaytiyê diyar kir

Fermandariya Giştî ya QSD’ê asta Berdevkê Fermî yê QSD’ê Telal Silo û Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Elî Heco bilind kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

QSD’ê di daxuyaniyê de Berdevkê Fermî yê QSD‘ê Telal Silo û Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Elî Heco ji bo keda wan a di serxistina operesyonên QSD de spas kirin û diyar kir ku ji niha û şûn de asta her duyan ji Serhengtiyê gihiştiye Mîralaytiyê (Fermandarê hêzek bi qasî 10 hezar leşker).