Fermandariya Giştî ya YPG’ê: 170-200 çete hatin kuştin
“Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo” ya 6’ê Gulanê ji bo rizgarkirina bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê û gundên wê hat destpêkirin di roja 12. de bi serketî didome.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got: “Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya 6’ê Gulanê ji bo rizgarkirina bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê û gundên wê hat destpêkirin di roja 12. de bi serketî didome.
Hêzên me bi manewrayeke taktîk dijmin xapand, şevê din qadeke berfireh a 23 gund lê ne û 300 çete têde dorpêç kiribû.
Li qada ji şevê din ve hatiye dorpêçkirin herî kêm 170-200 çete hatine kuştin.
Ev operasyona me ya li ser navê Şehîd Rûbar, Şehîd Brûsk, Şehîd Cîger û tevayî şehîdên me yên pêngavê tê meşandin bi serketî didome.”