Fermandarên YBŞ’ê Safer Zîrek (Devrîm Dilbirîn) û Omer Dirim (Delîl) ên li Şengalê bi erka xwe radibûn, di encama teqîna mayinek çeteyên DAIŞ’ê de ku berê hatibû çandin, di 8’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn. Îro li Çiyayê Şengalê bi karwanekî wesayitan ji aliyê sedan gerîlayên HPG/YJA-Star, şervanên YBŞ/ YJŞ’ê û civaka Êzidî ve hatin oxirkirin. Dema karwanê cenazan giha Serdeştê ji aliyê jin, zarok û civaka Êzidî ve bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ hatin pêşwazîkirin. Her wiha karwanê cenazeyê şehîdan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên HPG, YJA-Star, YBŞ û YJŞ’ê hat xemilandin.
Piştî karwan giha Goristana Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş, ji aliyê civaka Êzidî bi tîlîlî û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.
Li vir deqeyek rêz ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştre di merasîmê de ji Fermandarên YBŞ’ê Dijwar Feqîr axivî, diyar kir ku Şehid Devrîm û Şehid Delîl dema fermana ser civaka Êzidî çêbû ji çiyayên azad xwe berdan û hatin hawara gelê me û wiha domand: “Şehîd Devrîm rexmê ku zarokatiya xwe di nava Tirkan de derbas kir, lê qet ji çanda xwe û nasnameya xwe ya rastîn dûr neket û bi salan li çiyayên azad gerilatî dikir. Wextê fermanê wî jî mina bi dehan gerîlayan israr kir ku were hawara gelê me yê Êzidî, di çeperên herî pêş de parastina xaka Êzidxanê kir. Şehid Delîl bi salan doktorî kir, heval tedawî kirin, lê dema dît ku êrîş bi ser gelê Êzidî zêde dibe, doktorî hişt, dest avêt çekê û hate ser xaka Êzidxanê. Şehid Delîl di heman demê de di çeperan de li gel şervantiya xwe karê doktorî jî dikir.”
‘KEÇ Û XORTÊN ÊZIDIYAN BI FELSEFEYA APOYÎ MEZIN DIBIN’
Fermandar Dijwar Feqir destnîşan kir ku li Şengalê keç û xortên Êzidiyan li ser felsefeya Apoyî mezin dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Li Şengalê gerilayên Ocalan hene, keç û xortên Êzîdxanê hene. Lewre jî kesên ku hesabên wan li ser vê xakê hene, bila hesabên xwe baş bikin. Wê gerîla û YBŞ rê nede kesên xirab û planên siyaseta qirêj.”
Piştî axaftinan bi dawî bûn şervanan,cenazeyên her du fermandaran danîn ser milên xwe û bi dirûşmeyên “Şehid Namirin” spartin xakê.