Fermandarê Damezirîner ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xebat Dêrik ku di 14’ê Çileya sala 2012’an de li Qamişlo di encama komployekê de jiyana xwe ji dest dabû, li cihê lê hatiye qetilkirin û li ser gora xwe hate bibîranîn. Her wiha li tevahiya fermandariyên YPG’ê bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.
Fermandarê YPG’ê Xebat Dêrik, di yekemîn salvegera qetilkirina xwe de, di serî de li Qamişlo û Dêrikê, li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hezaran kesan ve hate bibîranîn.
LI QAMIŞLO MERASÎMA LEŞKERÎ Û GIRSEYÎ
Bernameya bîranînê ya destpêkê li bajarê Qamişlo li kolana ku Xebat Dêrik lê hatibû qetilkirin û navê wî lê hatiye kirin, hate lidarxistin. Ji bo bernameyê ji aliyê YPG’ê merasîma leşkerî hate lidarxistin. Bi sedan endamên YPG’ê yên ku li Çerxerêya Qermutê kom bûn, ji vir heta Kolana Şehîd Xebat, bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi nîzama leşkerî meşiyan. Piştî meşa ku flamayên YPG’ê û wêneyên Xebat Dêrik û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin, li ber deriyê avahiya ku Xebat Dêrik lê hatibû qetilkirin, merasîma leşkerî hate lidarxistin. Piştî merasîma leşkerî, çelenga reş û qurnefîl danîn cihê ku Xebat Dêrik lê hatiye qetilkirin.
Piştî merasîma leşkerî, girseyek qelebalix a gel li ber Mizgefta Qasimo kom bû. Di çalakiyê de pankartên wekî, “Em Şehîd Xebat bibîr tînin”, “Em komkujiya Fransayê şermezar dikin” her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Xebat Dêrik, Rustem Cudî, wêneyên 3 siyasetmedarên jin ên li Parîstê hatine qetilkirin, alên PYD, TEV-DEM û Ciwanên Şoreşger hatin vekirin.
‘EMÊ DI RIYA WAN DE BIMEŞIN’
Di merasîma ku zêdebûna jin û ciwanan bal kişand û rêveberên TEV-DEM, Meclîsa Gel û saziyên sivîl jî tevlî bûn de, li ser navê TEV-DEM’ê Hanîfe Hisên axaftinek kir. Hanîfe Hisên destnîşan kir ku tirsonekan Xebat Dêrik qetil kirine, lê wan li ser bîranîna Xebat Dêrik, artêşek ava kiriye, bajarên Rojavayê Kurdistanê azad kirine. Hisên anî ziman ku tevgera wan tevgerek şehîdan e û ev tişt anîn ziman: “Gihandina milîtanan ne hêsan e, lê taybetiya tevgera me ev e. Pêşengên wê xwe feda dikin, naxwîn, venaxwîn û ranazên. Em soz didin ku emê di riya şehîdan de bimeşin.”
‘EMÊ SURIYEK DEMOKRATÎK AVA BIKIN’
Hisên, komkujiya Parîsê jî şermezar kir û bal kişand ku hêzên naxwazin li Rojhilata Navîn jin pêşengiya civakê û jiyanek azad bikin, 3 siyasetmedarên jin hedef girtine û axaftina xwe wiha domand: “Em tevgerek fikrî ne û temsîla netewa demokratîk dikin, lewre jî em hedef tên girtin. Dixwazin kurd bibin koleyên wan, esîr bigirin. Lê Rêber Apo, bi fikrên xwe hemû êrîş vala derxistine. Fikra wî dîl nayê girtin. Jin jî li ser vê xetê ne û temsîla civaka demokratîk dikin. Hêzên dijberên kurdan bi tu rengî nikarin me bikin koleyên xwe. Em bawer dikin dê gel xwedî li me derkeve. Emê pêşî yekîtiya xwe çêbikin, piştre jî bi gelên din ên li Suriyê re yekîtiyê çêbikin û Suriyeyek demokratîk ava bikin.”
Piştî axaftinê girseya gel heta Çerxerêya Qermutê meşiya û belav bû.
LI SER GORA XEBAT DÊRIK BÎRANÎN
Bîranîna li Dêrikê jî, li ser gora Xebat Dêrik a li goristana ku navê wî lê hatiye kirin, pêk hat. Merasîma leşkerî ji aliyê Fermandariya YPG’ê ve hate lidarxistin. Piştî merasîma leşkerî, li navanda bajêr, li Navenda Ciwanan merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku malbata Xebat Dêrik, endamên Saziya Malbatên Şehîdan û gelek kes tevlî bûn de, axaftin hatin kirin û hate gotin ku dê li ser riya Xebat Dêrik têkoşîn bê bilindkirin.
Merasîmên bîranînê, li bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê YPG’ê ve hatin lidarxistin.