Cenazeyê Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Lewend Qamişlo ku duh li Serêkaniyê di encama pevçûna di navbera komên çekdar û hêzên YPG’ê de jiyana xwe ji dest dabû, wê sibe li Qamişlo bi girseyî bê definkirin. Saziya Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanan banga tevlîbûna merasîmê li gel kir.
Cenazeyê Fermandarê YPG’ê Lewend Qamişlo ku duh (18’ê çile 2013) li Serêkaniyê di pevçûna di navbera komên çekdar ên ji aliyê Tirkiyeyê ve ketibûn bajêr û hêzên YPG’ê de jiyana xwe ji dest dabû, anîn bajarê Qamişlo. Cenazeyê Fermandar Lewend Qamişlo wê sibe di demjimêr 11.00’an de ji Mizgefta Qasimo bê wergirtin, di demjimêr 12.00’an de jî bi karwanekî wesayîtan di Taxa Kornîşre û navenda sukê re bê derbazkirin, piştre jî bibin Goristana Şehîd Delîl ya li Taxa Meyselun. Cenazeyê Fermandar Lewend Qamişlo wê li vir bi merasîmeke girseyî bê definkirin.
Saziya Malbatên Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger banga tevlîbûna merasîma cenaze li gel kir.
Fermandar Lewend Qamişlo berî ku tevlî refên YPG’ê bibe, wekî endamekî Tevgera Ciwanên Şoreşger, bi awayekî çalak di nava xebatên şoreşa Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe girt. Fermandar Lewend Qamişlo di çarçoveya hemleya Tevgera Ciwanan ya bi navê “Em dê hezar kesî tevlî refên YPG’ê bikin” de, tevlî YPG’ê bibû û herî dawiyê di şerê li Serêkaniyê de cih girtibû.