Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Dêrxasê hate kuştin

Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Dêrxasê hate kuştin

Di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî ya ku gerîlayên HPG’ê li Amed, Mûş, Çewlik û Erziromê daye destpêkirin de, di encama çalakiya gerîlayan a duh li dijî Fermandariya Cendirmayan a navçeya Dêrxasê ya Mûşê pêk hat de du leşker hatin kuştin. Hat diyarkirin ku yek ji vana Fermandarê Cendirmeya Navçeyê ye.

Navenda Çapemenî-Raghandina HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan ên di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî ya ku gerîlayên HPG’ê li Amed, Mûş, Çewlik û Erziromê daye destpêkirin de, aghaî da.

FERMANDARÊ CENDERMEYAN Ê DÊRXASÊ

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Tevgera şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn a ji aliyê gerîlayên me di 14'ê Îlonê de hatiye destpêkirin, di 20'ê Îlonê de di saet 12.30'an de li navenda Mûşê li derdora Dêrxasê li dijî leşkerê artêşa dagirker a tirk ên derketibûn operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di operasyona li dijî Zihak, Zîrkêt, Kolayî û navserên Çilingêzê hatibû lidarxistin de fermandarê cendermeyan ê Dêrxasê û leşkerek hatiye kuştin, 2 leşker jî birîndar bûye. “

LI AMEDÊ KONTROLA RÊ

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di 20'ê îlonê de li Amedê li navbera naçeyên Lîce û Pasûrê li ser rê gerîlayan rê kontrolkirine û got; “ Di wesayitên hatine rawestandin de nasname hatine kontolkirin, gel jî di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.”

LI COLEMÊRGÊ SERWERIYA GERÎLAYAN DIDOME

Di daxuyaniyê de derbarê Tevgera Şoreşgerî ya li Colemêrgê de jî ev agahî hatin dayîn; “ Gerîlayên me yê li xeta navçeyên Şemzînan, Çelê û Gevera Colemergê de serweriya herêmê hîn jÎ di destê xwe digirin û kontrolên rê yên rûtîn berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de di 20'ê Îlonê de di navbera saet 12.00-18.00'an de li ser riya Gever - Oramarê li derdora Geliyê Doskiyê rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatiye kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Piştî çalakiyê ji saet 18.00'an heta 21'ê Îlonê saet 07.00'an ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma çalakiyê û derdora wê bi hewan û obusan hatiye bombekirin. “

LI MIDYADÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a li navçeya Midyada Mêrdînê de herî kêm 2 leşker hatine kuştin û got; “Di 20'ê Îlonê de li navçeya Mîdyada Mêrdînê li dijî girê ewlekariya Qereqola Karmînê digire ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerê dijmin hatiye kuştin. Herweha dijmin ne di dema çalakiyê de ne jî piştî çalakiyê nekariye bersivê bide gerîlayên me.”