Cenazeyê yek ji fermandarên HPG'ê Serhat Mardîn (Serhat Yalçin) ên li herêma Ertûş a Zapê di berxwedaneke mezin de jiyana xwe ji dest da, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke leşkerî hat veşartin.
Endamê Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt, ji fermandarên YJA Starê Arjîn Dersîm, Peyman Bagok, ji fermandarên HPG'ê Erdal Hîlwan û gelek gerîla tevlî merasîmê bûn.
Malazgîrt li vir axivî û bal kişand ser kesayeta berxwedêr a Serhat Mardîn. Malazgîrt got, "Di 30'ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker, li herêma Ertûşê dest bi operasyoneke berfireh kir. Li vê herêmê, hevalên me li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk bi xurtî li ber xwe dan û şer gihandin asteke girîng. Ev berxwedana bi pêşengiya hevalê me Serhat hat meşandin, derbên gelekî mezin li artêşa Tirk xist. Hevalê me Serhat li vê herêmê fermandarê eniyê bû. Tevî ku dijmin bi hezaran leşker û teknîka xwe êrîş kir jî, bi berxwedana bi pêşengiya hevalê Serhat re, hevlaên me bi bombeyên xwe yên destan û kleşê, li van giran bi xurtî li ber xwe dan û nehiştin dijmin bi ser bikeve.
Ji 30'ê Tebaxê û vir ve li ser girên li herêma Ertûşê şerekî dijwar diqewime. Şehadeta hevalê Serhat û hevalên pê re şehîd bûn, destan bû. Van hevrêyên me li wan giran, li dijî dijmin bi xurtî li ber xwe dan. Bi sedan leşkerên Tirk kuştin, derbên gelekî giran li artêşa Tirk xistin. Ji artêşa Tirk hebû ku di nava hefteyekê de herêma Ertûşê kontrol bike. Lê belê hevalê Serhat û hevalên pê re li dijî vê yekê bi lehengî û fedakariyeke mezin sekinîn."
Malazgîrt da zanîn, ji fermandarên HPG'ê Serhat Mardîn di mijara pêşengtiya pratîkê de xwedî li hevrêyên xwe derket, ji vê berxwedana mezin bi ti awayî venegeriya û bi erka xwe rabû. Malazgîrt wiha dewam kir: "Hevalê Serhat, li girê Şehîd Colemêrg di êrîşa dijmin de hevalên xwe yên li ser gir parast û li vê herêmê fedakariyeke mezin nîşan da. Leşkerên Tirk êrîşî girê Havanê kir û piştî fêhm kirin ku ev gir nakeve, bi balafirên şer bombe li herêmê barandin. Di vê êrîşa giran a hewayî de hevalê Serhad şehîd bû. Hevalê Serhat hevalekî leheng û fedayî bû. Bi dilnizmiya xwe timî mînak bû. Ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî dihat hezkirin. Hevalê Serhat fermandarek bû ku cesaret dida hevrêyên xwe. Lewma hemû hevalên pê re bi cesareta ji wî digirtin, het dawiyê şer kirin. Eger dewleta Tirk di êrîşên xwe de bi ser neket, sedema herî mezin a vê yekê jî berxwedana mezin a bi pêşengiya hevrê Serhat e.
Hevalê Serhat ji sala 1996'an û vir ve li gelek herêman têkoşiya û bi erka xwe rabû. Hevalan hevalê Serhat bi fedakariya wî nas kirin. Dilsozê rêxistinê bû. Ji gelek karî baş fêhm dikir. Hem çek çêdikir hem jî çek gelekî baş bi kar danî. Her wiha heval baş perwerde dikir û xweş dida şerkirin. Şehadeta wî hem ji bo tevahiya rêxistina me hem jî ji bo hemû hevrêyan, bû şehadeteke giran."
Malazgîrt da xuyakirin, ku fermandar Serhat ji nava malbateke welatparêz hat û got, "Hevrêyê me Serhat ji nava malbateke welatparêz tevlî nava refên partiyê bû. Ji ber şehadeta wî ez sersaxiyê ji malbata wî, ji tevahiya gelên Kurdistan û hemû hevrêyên wî re dixwazim."
Fermandar Amed Malazgîrt herî dawî ji bo wasiyeta fermandar Serhat Mardîn wiha axivî: "Hevalê me Serhat got, 'di vê pêvajoya şer de ez ê bi her awayî bi erka xwe rabim û têbikoim. Eger di vê oxirê de şehîd bibim, min li kêleka hevalê Alî Xebat veşêrin'. Em jî îro hevrêyê xwe Serhat li kêleka hevalê xwe Alî Xebat vedişêrin. Û soza me ji hemû şehîdên me re ye; ji bo hilanîna tola wan em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin. Û ji bo hilanîna tola hevrêyê xe Serhat, em ê têkoşîna xwe ya li herêma Ertûşê derxînin asta herî bilind."
Piştî merasîmê cenazeyê fermandar Serhat Mardîn li kêleka gora yek ji fermandarên gerîla Alî Xebat ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana we ji dest dabû, hate veşartin.