Fermandarê HPG'ê Nûman ji aliyê 10 hezaran ve hate oxirkirin

Fermandarê HPG'ê Nûman ji aliyê 10 hezaran ve hate oxirkirin

Cenazeyê Endamê Konseya Leşkerî ya HGP'ê Ertem Karabulut (Nûman Amed) li Bismilê ji aliyê zêdetirî 10 hezaran kesan ve hat definkirin. Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel di merasima cenaze de axivî û wiha got: "Em di şexsê Hevalê Nûman de soz didin hemû hevalên xwe. Têkoşîna we têkoşîna me ye. Peywira me nû destpê dike. Pêvajoya pêşiya me pêvajoyekî zor û zehmete. Azadî ji hemû caran nêzîktire."

Cenazeyê Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê û Fermandarê Herêma Amedê Ertem Karabulut (Nûman Amed) yê ku di 31'ê kanûna 2012'an de li navçeya Lîceya Amedê bi 9 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da duh ji aliyê malbatê ve ji morga Saziya Tipa Edlî ya Meletî hat wergirtin û ber bi Amedê ve derxist rê. Cenazeyê gêrîla Karabulut diketina Amedê de li Herêma Dogu Petrolê ji aliyê polîsan ve hate rawestadin.

Polîsan bi gelek wesayîtên zirxî bend danîn û xwestin cenaze li ser riya kevin ya Amedê bibin Bismilê. Di navbera polîs û girseyê de ji ber vê yekê rageşî derket. Piştre girseyê rêya Erxanî û Amedê ji trafîkê re girtin. Li ser vê yekê polîsan barîkat rakir û karwana cenaze ber bi Bismilê ve bi rê ket. Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Seroka Şaxa MEYA-DER'ê ya Amedê Leyla Ayaz, Alîkara Hevserokên Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Şaredara Bismilê Cemîle Emînoglu, Şaredara Lîceyê Fîkriye Aytîn, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan û bi sedan wesayîtên din tevlî karwanê bûn. Dema karwana cenaze di rê de derbaz dibû welatiyan li ser riyê bi sloana "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin.

'DEWLETÊ CAREKE DIN RUYÊ XWE KÎMYEVÎ NÎŞAN DA'

Karwana cenaze li Bismilê ji aliyê hezaran kesan ve bi fişekên hewayî hate pêşwazîkirin. Cenazeyê gêrîla Karabulut li vir demeke kin hate rawestandin û girseya di demek kin de ji 10 hezaran derbazbû sloganên "Şehîd namirin", "Rêhevalê Nûman nemire", "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd çeka te li erdê namîne" qîriyan. Girseyê pankratên "Tu bi xêr hatî fermandarê mezin" û "Dewletê careke din rûyê xwe yê kîmyewî nîşan da" vekirin û wêneyên gêrîlayên jiyana xwe ji dest dan û ala PKK'ê ya bi dehan metreyan hate hilgirtin.

Girseyê darbesta gêrîla Karabulut ku bi alên PKK'ê hate pêçan wergirt û bi meşê bire goristanê. Li kolanên cenazeyê gêrîla Karabulut lê derbaz dibû hemû lembeyên kolanê hatin girtin. Lê kolan ji aliyê ciwanan ve bi lastîkên agir pêxistin ronî kir. Piştî meşê cenazeyê gêrîla Karabulut birin Mizgefta Hz. Alî ya li gundê Aşagi Darliyê û wecîbeyên olî hatin cih. Ligel hewayê sar girse bi demjimêran li ber mizgeftê rawestiyan. Pişt re cenazeyê bi alên PKK'ê hatin pêçan careke din hate wergirtin û ber bi Goristana Gund ve bi meşê birin. Cenazeyê gêrîla Karabulut li goristanê bi dua û sloganan hate definkirin. Piştî karên definkirê rêzgirtin pêk hat û sirûda "Çerxa şoreşê" hate xwendin.

'GELÊ KURD VAN KOMKUJIYAN QEBÛL NAKE'

Pişt re Nûnerê MEYA-DER'ê yê Farqînê Mustafa Kurt axivî û sersaxî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd da û diyar kir ku, ew dê tim di riya kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bimeşin. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî diyar kir ku, gelê Kurd teqez dest ji têkoşîna xwe ya azadiyê bernade û wiha got: "Dewlet ji zarokên kurdan ditirse. Dewletê li Lîceyê bi rêbazên dijmirovahî ciwanên Kurd qetilkirin. Ji ber ku ew ji wêrekiya ciwanên Kurd ditirsin. Ji ber vê yekê bi riyên dijmirovahî û bi çekên kîmyewî ciwanên Kurd qetilkirin. Heke bixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin muhatabê wê Birêz Abdullah Ocalane."

'GELÊ KURD DÊ ZIMAN Û NASNAMEYA XWE BI AZAD BIKARBÎNE'

Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî axivî û wiha got: "Di şerê 30'an de nêzî 50 hezar ciwanan jiyana xwe ji dest da. Kesên vî welatî rêvedibin mafên kurdan gasp dikin û zilm û zordariyê pêk tînin. Ligel vê yekê êşên kurdan fêmnakin. Kesên vî welatî rêvedibin li aliyekî hêviyan didin kurdan û li aliyek jî li hemberî kurdan zilmê pêk tînin. Li aliyekî dibêjin em dê pirsgirêka Kurd çareser bikin li aliyê din çalakiyên provokatîf dikin. Hikûmeta AKP'ê dibêje, 'Em dê li aliyekî muzakereyan bikin li aliyekî jî têkoşînê bikin' operasyonan rewa dike. Em li vir hikûmeta AKP'ê hişyar dikin. Ev yek provokasyone. Heke hûn Farqînê di pêvajoya aştiyê de weke provokasyonê bibînin, îro Lîce û Parîs jî provokasyon in. Kesên çareseriyê û aştiyê nexwazin dibe sedema van mirinan."

'PEYWIRA ME JI VÊ ŞÛNDE DEST PÊ DIKE'

Tuncel diyar kir ku, ew weke BDP hevdîtinên bi Ocalan re hatin destpêkirin girîng dibînin û divê vegerên muzakereyê û wiha axivî: "Em dibêjin divê di vê diyalogê de samîmî bin. Dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berdin. Kurd ji bo azadiya xwe bi hêz têkoşîna xwe dikin. Bedelê wê çibe dê bidin. Gelê Kurd teqez dê azadiya xwe bidest bixe. Ziman û nasnameya xwe dê bi azad bijî. Zarokên me dê azad bin. Bila hemû kes bizane. Em di şexsê heval Nûman de li vir soz didin hemû hevalan. Têkoşîna we têkoşîna me ye. We dest ji her tiştî berda û ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn da û gelek tişt qezenc kirin. Peywira me ya sereke ji vê şûnda dest pê dike. Pêvajoya li pêşya me pêvajoyî zore. Em ji her demê bêtir nêzîkî azadiyê ne."

Bavê gêrîla Karabulut M. Alî Karabulut jî wiha got: "Kesên gelê Kurdistanê û Kurdistanê nasnekin bila îro ji vê yekê ders bigirin. Gelê Kurd dest ji şehîd û rûmeta xwe dest bernadin. Em dê di riya zarokê xwe de bimeşin."

Pişt re girse ji goristanê veqetiya.