Faşîzma Qesrê hate şermezarkirin, Amed hate silavkirin

Çalakiyên ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dewam dikin. Girseyên gel berxwedana li Amedê silav kirin û gotin, ew ê her roj li kolanan bin.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli dewam dikin. Girseyên gel berxwedana li Amedê silav kirin û gotin, ew ê her roj li kolanan bin.

WAN

Çalakiya li Wanê bi pêşengiya KJA'yê li kolana Hunerê ya li navçeya Rêya Armûşê pêk hat.  Tevî rêveberên HDP, DBP, hevşaredarên navçeyê û Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan, gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Li ser navê pêkhateyên KJA'yê Serap Guvenç li vir axivî û bang li hemû jinan kir, ku di şexsê Kişanak de xwedî li vîna xwe derkevin. Guvenç got, "Di serî de temsîliyeta wekhev, em ê ti carî destûrê nedin êrîş li vîn û destketiyên me were krin."

Parlamenterê HDP'ê Botan jî xwest, Kişanak û Anli derhal bên berdan û got, "Polîtîkayên AKP'ê gelan ji hev vedigire. Gelan li ber hev radikin." Botan destnîşan kir, ku ew ê kolanan radestî faşîzmê nekin.

ÎDIR

Li Îdirê, girseya gel ku Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulseren Yildirim jî di nav de bû, li ber avahiya DBP'ê ya bajêr li hev civiya û xwest daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Lê belê polîsên Tirk biryara walîtiya Tirk weke hincet nîşan dan û xwestin pêşî li daxuyaniyê bigirin. Yildirim li dijî vê yekê derket û rewşeke aloz rû da.

Tevî astengiya polîsan jî Yildirim axivî û destnîşan kir, ku binçavkirina Hevşaredar Kişanak û Anli, bêrûmetî ye. Yildirim got, "Em helwesta hikûmeta AKP'ê ya xwedî vê zîhniyeta faşîst e, lenet dikin."

AGIRÎ

Li navçeya Giyadîn a Agiriyê, li ber avahiya DBP'ê ya Navçeyê daxuyaniyek hat dayîn. Di dema daxuyaniyê de Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk jî amade bû.

Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Ercan Taştan li vir peyivî, binçavkirina hevşaredaran şermezar kir û gto, "Yên hesabên şerê qirêj dikin, wê rojekê li ber berxwedana demokratîk a gelê Kurd serî bitewînin." Taştan xwest, hemû binçavkirî werin berdan.

EDENE

Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina şaredariyê bi daxuyaniya li Parka Înonu şermezar kir. Parlamentera HDP'ê yê Edeneyê Meral Daniş Beştaş, endamên HDK'ê, Mala Gel, EMEP û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên "Hûn nikarin vîna gel teslîm bigirin" û "Li dijî bêmafî, bêhiqûqî û Rewşa Awarte berxwedan maf e" û dirûşmên "Zext nikarin bi me" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin qîrîn.

Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural diyar kir ku rejîma AKP'ê Rewşa Awarte ji bo xwe wekî mertal bikar tîne û wiha got: "Wekî duh em ê îro jî berxwedana xwe ya li dijî zilmê bidomînin û li kolanan bin. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin, heta em li dijî faşîzmê bi hevre li ber xwe nedin, dê demokrasî li tu cihên cîhanê bisernekeve."

Piştî Tural Parlamentera HDP'ê yê Edeneyê Meral Daniş Beştaş, axivî. Beştaş, da zanîn ku AKP'ê hewldana darbeyê ji xwe re kiriye firsend, li dijî hemû aliyên ku wekî wan nahizirin şer daye destpêkirin û wiha axivî: "Operasyonên qirkirinên siyasî zêde bûne. Em ê li dijî van zextan mil bidin milê hev û li qadan têkoşîna xwe bidomînin. Zextên li ser çapemeniya azad jî didomin. AKP'ê dengê hemû çapemeniya mûxalif qût kiriye. AKP astengiyan li dijî mafê gel ê gihandina rastiyan derdixîne lê çi dikin bila bikin em ê rastiyan bigihînin gel. Mafê gel ê xwe gihandina rastiyan tê xespkirin."

MÊRDÎN

Binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û dorpêçkirina şaredariyê li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi daxuyaniyek girseyî hat şermezarkirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol Akay, Cigirên Sekreterê Giştî yê şaredariyê, serokên daîreyan, endamên PM'ê yên DBP, nûnerên DBP, HDP û rêxistinên saziyên civakî tevlî daxuyaniyê bûn.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol Akay, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku bi binçavkirina hevşaredar û dorpêçkirina şaredariyê re operasyonên qirkirinê gihiştine asta herî jor. Akay, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê û Serokomar Erdogan di bin navê operasyonên FETO'yê de li dijî hemû aliyên mûxalif êrîşek dane destpêkirin û wiha got: "Em dibêjin ligel ku hevşaredar û hevserokên me hatin girtin û ji kar hatine derxistin jî em ê li ser karê xwe bin. Heta hemû qeyûm paşde neyên kişandin û hevalên me serbest neyên berdan em ê çalakiyên xwe bidomînin."

DERSÎM

Li Dersîmê endamên Yekîtiya Hêzê ya ji bo Ked û Demokrasiyê, li ber avahiya Şaredariya Dersîmê li hev civiyan. Koma ku Hevşaredarên Bajarê Dersîmê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl û Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alîcan Onlu jî di nav de bû, li ber avahiya şaredariyê çalakiya rûniştinê lidar xist. Onlu li vir axivî û da xuyakirin, ku li dijî pêkanînên Rewşa Awarte wê gel li qadan bin.