Êzidiyên li Rojavayê Kurdistanê ku amadekariyên hecê dikin, cara yekemîn dê bi awayekî komî biçin Laliş, Şengal û cîhên pîroz ziyaret bikin.
Kurdên êzidî yên li Rojavayê Kurdistanê, her sal ji bo ku biçin Şengalê û pêwistiyên hecê bi cih bînin, gelek zehmetî dikişandin. Ji ber ku dewleta Iraqê heta niha vîze nedida, welatiyên êzidî jî neçar diman ku li gorî derfetên xwe di ser Tirkiyeyê re biçin Şengalê. Yên ku derfetên wan nebûn jî, nedikarî biçin.
MALA ÊZIDIYAN AMADEKARIYAN DIKE
Piştî ku li Rojavayê Kurdistanê gel rêveberiyên bajaran girtin destê xwe û xebatên dîplomasiyên pêş ve birin, rêya êzidiyan a hecê jî vebû. Piştî ku bi hewldanên Desteya Bilind a Kurd ji bo vekirina deriyên sînor ên di navbera rojava û Başurê Kurdistanê de xebat hatin destpêkirin, Mala Êzidiyan a Rojavayê Kurdistanê jî dest bi amadekariya çûna hecê kir.
DÊ LI QAMIŞLO BIGIHIN HEV
Êzidiyên Rojavayê Kurdistanê cara yekemîn dê bi awayekî komî di sînorê Başurê Kurdistanê re derbas bibin û biçin Navçeya Şengalê ya girêdayî bajarê Musilê û heca xwe bikin. Di vê çarçoveyê de li bajarên Efrîn, Hesekê, Serêkaniyê, Tirbespiyê, Dêrik û Qamişloyê amadekarî hatin destpêkirin. Welatiyên êzidî yên ku dê ji van bajaran derkevin rê, di 4'ê Cotmehê de dê li Qamişlo bigihîjin hev û ber bi Başûrê Kurdistanê ve bi rê bikevin.
Heca êzidiyan di 6'ê Cotmehê de destpê dike û heta 12'ê mehê dom dike. Di vê demê de welatiyên êzidî, cihên ku li gorî baweriya wan pîroz in, ziyaret dikin, her wiha dua û hêviyên xwe tînin ziman.