'Ez kincên lawê xwe dixwazim'

'Ez kincên lawê xwe dixwazim'

Gerîlayê Kurd Mansur Guzel sala 2011’ê bi boneya balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, otobuseke deryayî desteser kir û di çalakiyê de hate înfazkirin. Dayika Guzel Sitî Guzel bûyerê li ser ekranên televîzyonên şopand û got ku bi fermana ku ji Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan hat kurê wê yê birîndar hatiye înfazkirin. Sitî Guzel xwest tiştên kurê wî bidin wan û berpirs bêne darizandin.

Gerîlayê HPG’ê Mansur Guzel ji bo balê bikişîne ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 2011’ê keştiyeke ku di navbera bajarê Tirkiye Îzmît û Golcukê de seferê dikir, desteser kir. Dayika Guzel, Sitî Guzel da zanîn ku kurê wî bi fermana Erdogan hatiye înfazkirin. Dayika ku bi salan bû kurê xwe nedîtibû, înfazkirina wî bi awayeke zindî di televîzyonê de temaşe kir, dibêje: “Çima tiştên lawê min nadin min, kesî nedaye. Ez hemû kincên wî û hemû tiştên di çenteyê wî de dixwazim” û diyar kir ku ew ê dozê vebikin.

Malbata Guzel ku li gundê Bahêymdanê dijî, sala 1992’yê ji ber zextên dijwar û ji ber leşkeran gundê wan ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin, koçberî Îzmetê bû. Malbata Guzel piştî 5 salan careke din vegeriya Amedê. Mansur Guzel li leşkeriyê li rastî zext û îşkenceya dijwar hat û vê yekê jî rastiya dewleta Tirk nîşanî wî da û berê wî da çiyayên Kurdistanê.

Dayika Mensur Guzel, Sitî Guzel ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dikariyan kurê wî bi awayeke zindî bigirin, lê belê bi zane înfaz kirin.

SITÎ GUZEL: MENSUR DIGOT DÊ MIN BIKUJIN

Dayika Sitî diyar kir ku kurê wî leşkeriya xwe li Stenbol û Enqereyê kiriye û got ku beriya biçe leşkeriyê rewşa wî ya tenduristiyê baş bû. Dayika Sitî got: “Gava min Mensur şand rewşa wî baş bû. Li leşkeriyê îşkence li kurê min kiribûn. Mens ji min re got ‘ji ber ku ez Kurd im fermandar îşkence li min kirin, tehdît dikin, dê min bkujin’. Kurê min ji ber îşkenceya wan reviya û min careke din nedît. Em dişînin leşkeriyê dikujin. Ji ber ku em Kurd em têne kuştin. Êdî em çi bikin? Ev lawik ji leşkeriyê reviya, ji zilmê reviya. Gelek caran li leşkeriyê li wî xistin, wêneyên wî hebûn, ser û çavên wî reş û şîn bûn. Piştî wê 4 salan me qet agahî negirt. Em piştre hîn bûn ku tevlî gerîlayan bûye.”

‘PIŞTÎ KU MENSÛR BIRÎNDAR KIRIN ÎNFAZ KIRIN’

Dayika Sitî ku piştî 4 salan kurê xwe qet nedît û êvara 11’ê Mijdara 2011 de înfaza kurê xwe li ser televzîyonê temaşe kir got: “Ger bixestiban dikariyan Mensur bi saxî bigirin. Lê Erdogan fermna dabû û gotibû ‘wî zû bê deng bikin’. Dewleta Tirk bê ku derdê kurê min bipirse , mêraniya xwe nîşan da û ew kuşt.”

Dayika Sitî diyar kir ku kurê wê bi 6 guleyan hatiye nînfakirin û piştî ku birîndar bû ye hatiye înfazkirin. Dayikê got: “6 gule li kurê min xistin. Min li morgê dît. Du gule li mejiyê wî ketibûn. Min dîmenan gelek caran temaşe kir. Gule lê reşandin, kurê min destê xwe da ser zikê xwe û li erdê ket. Piştre bi fermana ji Erdogan hat ew înfaz kirin.”

‘MIN XWEST DESTÊ LAWÊ XWE HINE BIKIM, LÊ HIŞTIN’

Dayika Sitî daxuyaniyên Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn ku gotibû bi Mensur 3 lib 450 gram teqemeniyên A-4 hatine dîtin, derewand û got: “Bi kurê min re tu titşek hebû. Evane hemû bê bextî ne.

Dayika Sitî da zanîn ku wan dema cenazeyê Mensur ji bo bispêrin axê anîne Amedê, lê dewleta Tirk li vir jî beleya xwe ji wan venekiriye û êrîş kiriye û diyar kir ku li wir xwestin destûr nedin ku bi girseyî bispêrin axê û got: “Min kurê xwe anî malê û min xwest mûman bigerînim, destê wî hine bikim, lê nehiştin.”

‘TIŞTÊN KURÊ MIN NEDAN’

Dayika Sitî da zanîn ku ew ê li dijî berpirsên îşkenceya li kurê wî hatiye kirin doz vebike û destnîşan kir ku heta niha tiştên kurê wê nedane wê. Sitî Guzel got: “Ez li pişt kurê xwe bûm. Çima tiştên kurê me nadin me? Du nîşe pêre hebûn, ez wana jî dixwazim. Hema çi pêre hebûn ez hemûyan dixwazim, tu kesî neda me. Kincên wî jî çenteyê wî û tiştên têde hemû dixwazim.”

Dayika Sitî destnîşan kir kir serlêdana wan a ji bo lêpirsîna derbarê bûyerê de nehatiye qebûlkirin û nerazîbûn nîşanî vê yekê da. Her wiha aşkere kir ku ew ê serê li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.

SERLÊDAN NEHAT QEBÛLKIRIN

Her çendi salek bi ser înfazê re derbaz bû lê heta niha tu serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo darizandina berpirsên vê înfazê nehatine qebûlkirin. Parêzerê malbatê Huseyin Bogatekîn diyar kir ku Mensur bi zanebûn hatiye kuştin û ji bo li dijî berpirsê vê yekê ku Midûrê Emniyetê yê Stenbolê Huseyin Çapkin e, lêpirsîn bê destpêkirin, serî li Walitiya Stenbolê da, lê serlêdan hate redkirin.

Ev çalakiya Mensur a revandina keştiya bi navê Kartepe di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de çalakiyek yekem a bi vî awayî tê lidarxistin e. Piştî çalakiyê Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn îdîa kiribû ku li ser Mensur 3 lib 450 gram teqemeniyên A-4 hatine dîtin. HPG’ê bi daxuyaniyekê vê daxuyaniya Şahîn derewandibû û aşkere kiribû ku tu çek bi Mensûr re tune bû.