Kengî pirsgirêka kurd ber bi çareseriyê ve diçe, hêzên tarî jî dikevin dewreyê û neçaresariya pirsgirêka kurd dixwazin. Ne hewceye em zêde dûr biçin, di sala 2010’an de li Peyanîsê û di sala 2013’an de jî li Parîsê. Hêzên tarî yên tirk û navneteweyî berjewendiyên xwe di neçareseriya pirsgirêka kurd de dibînin.
Ji ber bûyera li Parîsê sabotaja li dijî neçareseriya pirsgirêka kurd e, em li aliyê wê yê navneteweyî binêrin.
Pirsgirêka kurd ji dema şerê cîhan ê yekemîn de, hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe wekî kartekê bikar anîn. Hêzên navneteweyî naxawzin pirsgirêka kurd çareser bibe, lê dixwazin her tim bi awayekî jî zindî be. Bi vê yekê daxwazên xwe bi dewletên ku kurdan dibin desthilatdariya xwe de digirin bidin qebûlkirin.
Kurd wekî hespê Trûvayê bi kar anîne. Ji hundir ve muxalîfên xwe teslîm bigirin an jî wan mecbûrî teslîmiyetê bikin û bazariyên xwe bi wan bidin qebûlkirin.Li şûna çareseriya pirsgirêka kurd behsa hin azadî û mafên takekesî kirine. Bi vî rengî hêzên kurd hem dewletên desthilatdar mihtacî xwe kirine û xwestine hegemonyaya xwe pêk bînin. Tu carî çareseriya demokratîk û civakî esas negirtine.
DYA û dewletên Ewropayê bi vê polîtîkayê nêzî pirsgirêka kurd bûne û kengî berjewendeiyên xwe garantî kirine, çav û guhên xwe ji qirkirina kurdan re girtine.
Li Bakur bi Têkoşîna Azadiya gelê kurd re hêza navneteweyî bi awayekî organîze derdikeve pêş. Tirkiye di serê salên 1950’î de dibe endamê NATO’yê. Bala xwe bidinê ji endamtiya NATO’yê û pê de gelek qirkirin û suîqestên girîng, şerê çepgir û rastgir, planên derbeyan û derbe bi xwe derdikevin pêşberî me. Di van hemûyan de tiliya NATO’yê heye.
Lê piştî pêngava 15’ê Tebaxê hêzên Gladioyê ku hêza nepenî ya NATO’yê ye li hemberî tevgera gelê kurd dikeve dewreyê. Pirsgirêka kurd di sala 1985’an de vediguheze NATO’yê.
NATO li gorî xala 5’emîn (êrîşeke li hemberî dewletekê, wekî li hemberî hemû dewletan hatiye kirin tê hesibandin) damezrandina NATO’yê, di sala 1985’an de biryara mudaxaleyê werdigire. Li Ewropayê jî ji bo rêvebirina Gladîoya NATO’yê berpirsyariyê didin Almanyayê. Ji ber vê yekê di heman salê de Almanya PKK’ê wekî rêxistineke terorîst îlan dike.
Li Ewropayê dewleta ku cara yekemîn PKK’ê wekî terorîst îlan dike Almanya ye. Ji sala 1985’an pê de şerê li hemberî gelê kurd bi Gladîoya NATO’yê tê meşandin. Jixwe encama herî mezin a vê hevkariyê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan e.
Piştî Almanyayê, DYA û Îngilîstan PKK’ê dixin lîsteya terorê. Yek bi yek li welatên Ewropayê wekî terorîst tê îlankirin. Bi israr wekî terorîst îlankirina PKK’ê ne ji bo piştgiriya Dewleta Tirk e, berovajî vê ji bo berjewendiyên xwe ne. Bi vê stratejî û taktîkê bi Dewleta Tirk re bazarên girîng pêk anîn û hê jî pêk tînin. Piştî ku dewletên Ewropayê yek bi yek PKK’ê wekî terorîst îlan kir, hun dizanin kengî ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve wekî terorîst tê îlankirin? Piştî ku PKK’ê hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişîne. Yanî kengî derfetên ji bo çareseriyê derdikevin pêş hêzên tarî dikevin dewreyê.
Li ser navendên Ewropayê polîtîkayên li dijî gelê kurd têne meşandin; Fransa, Almanya û Belçîka. Jixwe li gorê me gotibû di sala 1985’an de berpirsyariya rêvebirina Gladîoya NATO’yê dabûn Almanyayê. Fransa jî di gelek noqteyan de bi Belçîkayê re tevdigere. Di serî de ROJ TV û kanalên televîzyonên kurd, serdegirtina saziyên kurd, binçavkirin û girtina siyasetmedarên kurd şirîkatiya Belçîka û Fransayê nîşan dide. Her wiha wekî tê zanîn navenda Gladîo û NATO’ye li Belçîkayê ye û li ser polîtîkayên Fransayê xwedî bandor e.
Dewletên Ewropayê aligirê neçareseriya pirsgirêka kurd in. Li Tirkiyeyê dixwazin pevçûn û şer hebe, lewre ji bo bazariyên xwe pêk bînin. Dema li Tirkiyeyê pevçûn û şer hebe, di vê neçareseriyê de dikarin zêdetir tawîzan werbigirin.
Kengî çareserî pêş dikeve hêzên tarî bi sabotajên xwe dixwazin vê li pêşiya çareseriya bigirin. Di heman roj û saetên ku hevdîtinên çareseriya pirsgirêka kurd bi Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan re li Îmraliyê pêk dihat, di 16’ê îlona 2010’an de li gundê Peyanîsê qirkirina gundiyên kurd pêk hat. Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ji bo vê qirkirinê wiha gotibû: “Bi vê teqîna dawî re hevdîtinên li vê derê hatin dînamîtkirin û bombebarandin. Ev hevdîtin pir baş bûn, ez bi hêvî bûm.”
Jixwe piştî qirkirina li Peyanîsê di neçareseriya pirsgirêka kurd de tundî derket pêş û ev yek heta sala 2013’an berdewam kir.
Bi sala 2013’an re hêviyên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çêbûn. Piştî hevdîtinên li Îmraliyê, vê carê piştî 13 salan cara yekem Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk û parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat çûn Îmraliyê. Piştî van pêşketinên ji bo çareseriyê li Parîsê sê siyasetmedarên kurd ên jin bi awayeke hovane hatin qetilkirin.
Dîsa hêzên tarî yên neçareseriya dixwazin li ser kar in. Lêpirsîna vê qetilkirina hovane niha li Fransa, Almanya û Belçîkayê berdewam dike. Çi jê derkeve em ê bi hev re bibînin.
Her wiha em ê dîsa bi hev re bibînin, ligel hemû sabotajên hêzên tarî pirsgirêka kurd ber çareseriyê ve biçe yan jî bimîne ji bihareke din re…
*Azadiya Welat