Li bajarê Qamişlo, di meş çalakiyên tên lidarxistin de, yek ji tiştên balê dikişîne jî, zarokekî astengdar ên li ser bisîkleta xwe ya astengdaran e. Zarokê ku temenê wî derdora 14-15 saliyê de ye, di her meşekê de ala TEV-DEM’ê li bisîkleta xwe didaliqîne û pêş cihê xwe digire. Ev zarokê ku wekî, “pêşengê meşên Qamişlo” jî tê pênasekirin, wiha ket ber objektîfên me.